Nifûsa Herêma Kurdistanê sala 2040î dê çend be?

6 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Başûrê Kurdistanê Nifûs
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Plandanînê diyar kir ku hejmara şêniyên Herêma Kurdistanê sala 2040î bigihêje 9 milyonî.

Li gorî wezaretê hejmara şêniyên Herêma Kurdistanê sala 2020an 6 milyon û 171 hezar û 83 kes bû.

Wezareta Plandanînê ya Herêma Kurdistanê li ser hejmara şêniyên Herêma Kurdistanê raporek belav kir.

Di pêşgotina raporê de Wezîr Dr. Dara Reşîd da zanîn:

“Nebûna serjimêriya 35 salan a li Îraqê bû sedema nebûna hûrgiliyên girîng ên demografîk û valahiya mezin di çavkaniyên amarên plansaziyê yên girîng de hiştin.”

Dr. Reşîd bal kişand ser wê yekê ku divê saziyên statîstîkan ên welatan ji bo peydakirina amaran rêbazên din ên zanistî bi kar bînin.

Di raporê de nirxandina Şêwirmendê Serjimêriya Neteweyî ya Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) Mehdî Alak jî cih girt.

Mehdî Alak jî anî ziman:

“Nebûna amarên nû ya ji ber nekirina serjimêriya berfireh, peydakirina pêşbîniyên nifûsê ji bo salên bê zehmet dike.”

Li gorî Desteya Amaran a Herêma Kurdistanê, hejmara şêniyên Herêma Kurdistanê sala 2020an nêzîkî 6 milyon û 200 hezar kesî bû.

Li gorî nifûsa giştî Hewlêra ku ji sedî 36,5ê nifûsê lê dijî parêzgeha herî mezin, Silêmanî bi ji sedî 34,9an duyem, Dihok bi ji sedî 26,7an sêyem û Helebce jî bi ji sedî 1,9an çarem e.

Nifûsa li gorî parêzgehan wiha ye:

Hewlêr: 2 milyon û 254 hezar û 422 kes

Silêmanî: 2 milyon û 152 hezar û 595 kes

Dihok: Milyonek û 648 hezar û 611 kes

Helebce: 115 hezar û 455 kes

Pêşbîniya nifûsê ya 2040î

Ji bo texmînkirina rêjeya zêdebûna nifûsa Herêma Kurdistanê ya heta sala 2040î çend senaryo hatin nirxandin.

Derbarê asta bûyîna zarokan de 3 senaryo hatin nirxandin.

Ji ber ku analîza hestiyariyê di navbera van her sê senaryoyan de cudahiyên girîng dernexistin, senaryoya navendî ji bo nifûsê li asta navçeyan projeksiyana nifûsê hate bikaranîn.

Li gorî vê yekê heta sala 2040î her 5 salan carekê hejmara şêniyên parêzgehan dê wiha be:

HEWLÊR

2025: 2,488,315 kes

2030: 2,731,945 kes

2035: 2,981,511 kes

2040: 3,232,154 kes

SILÊMANÎ

2025: 2,348,728 kes

2030: 2,549,373 kes

2035: 2,748,771 kes

2040: 2,938,720 kes

DIHOK

2025: 1,859,753 kes

2030: 2,093,015 kes

2035: 2,342,886 kes

2040: 2,600,612 kes

HELEBCE

2025: 125,974 kes

2030: 136,736 kes

2035: 147,431 kes

2040: 157,618 kes

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst