Li Amed û Bursayê ‘qedexeya Ocalan’ hat ragihandin

16-11-2023
Nîşan Abdullah Ocalan Qedexe Meş Amed Bursa HEDEP HEDEP Erzurum Milletvekili
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgariya Amedê ya bi sedema meşa ji bo Ocalan “4 roj qedexe” ragihand.

Parêzgariya Bursayê jî bi heman hincetê “7 roj qedexe” ragihand.

Biryar hatibû dayîn ku bi serperiştiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) 18 û 19ê vê mehê “Meşa Gemlîkê” were lidarxistin.

Parêzgariya Amedê ragihand ku ji ber vê meşa ji bo Abdullah Ocalan hemû çalakî û xwepêşandanên li parêzgehê 4 rojan hatin qedexekirin.

Parêzgariya Amedê şeva borî bi daxuyaniyekê ragihand, wan agahî wergirtiye dê ji bo Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan ku di girtîgeha Îmraliyê ya parêzgeha Bursayê de girtî ye meşeke bi navê “Li dijî tecrîda li Îmraliyê heta Gemlîkê meşa azadiyê” were lidarxistin.

Parêzgariyê destnîşan kir ku biryara qedexeyê ji ber vê meşa hatiye wergirtin.

Li Bursayê qedexe

Di daxuyaniya parêzgariya Amedê de hat ragihandin ku Parêzgariya Bursayê jî çalakiyên li deverên girtî û vekirî 7 rojan qedexe kirine.

Li gorî daxuyaniyê otomobîlên ku ji bo çalakiyê diçin bajêr ji 16ê mehê heta 22yê mehê dê nikaribin bikevin bajêr û herwiha ji bajêr derkevin.

Qedexeya li Amedê heta 19ê mehê didome

Li aliyê din, Parêzgariya Amedê di daxuyaniya xwe ya qedexeyê de got:

“Li ser bingehê beşdarbûna çalakiyeke wiha li Amedê kombûn, meş, civînên çapemeniyê, vedana çadiran û hemû çalakiyên ku bi wê armancê bên kirin, ketin û derketina navçe û parêzgehê ya bi armanca beşdarbûna çalakiyê ji 16ê Çiriya Paşîna 2023yan heta 19ê Çiriya Paşîna 2023yan, 4 rojan hatine qedexekirin.”

Biryar hatibû dayîn ku çalakiya bi navê “Li dijî tecrîda li Îmraliyê heta Gemlîkê meşa azadiyê” 18 û 19ê mehê bi serpereştiya Federasyona Malbatên Girtî û Hikûmxwaran û Komeleyên Hevgirtinê (MED TUHAD-DER), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) were kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst