Ozel: Kurd biryara xwe didin, ne dewlet

13 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Ozgur Ozel Amed Serdan Pirsa Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel li Amedê got, “Dewlet nikare biryarê bide bê ma pirsgirêka Kurd heye yan na. Kurd bi xwe biryarê didin.”

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel dest bi geşta xwe ya Bakurê Kurdistanê kir û li gel 30 parlamenterên partiya xwe li Amedê ye.

Ozgur Ozel di çarçoveya serdana xwe de, destpêkê bi nûner û endamên saziyên civaka sivîl ên jinan re taştê xwar û piştre jî daxuyaniyek da.

Ozel axaftinên xwe yên duh ên di civîna koma partiya xwe de bi bîr xistin û got:

“Duh min got, ez dewletê teklîfî Kurdan dikim. Ez ji Kurdan re pêşniyar dikim ku bibin xwediyê Komara Tirkiyeyê, dewleteke ku tê de wekhevî hebe û xwe tê de bêyî cudahî hîs bikin.”

“Ez bi banga Demîrtaş re me”

Ozel bal kişand ser serdana xwe ya Selahattîn Demîrtaş a li Girtîgeha Edîrneyê û got ku ew bi her gotina banga Demîrtaş re ye.

"Hûn li Tirkiyeyê pirsgirêkên 26 milyon Kurdan paşguh dikin"

Ozel li ser banga Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî ya derbarê Ocalan de jî wiha got:

"CHP girîngiyê dide her pêngava ku ji bo temamkirina vê pêvajoya aştî û ji bo rêxistina terorê nemîne bê avêtin.

CHP dê rê li ber vê yekê negire. Her wiha kesê ku gotina wî hebe jî bila bibêje.

Lê nebêjin li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd nîne. Hûn pirsgirêkên 26 milyon Kurdên Tirkiyeyê paşguh dikin.

Pirsgirêka Kurd heye û tam jî li vir e.

Dewlet nikare biryarê bide ku pirsgirêka Kurdan heye yan na. Heta Kurd bibêjin ‘Pirsgirêk heye’ pirsgirêkên Kurdan hene.

Gotina 'Pirsgirêka kesekî nîne' otorîterîzm e. Pirsgirêk bi axaftina yek kesî li parlamentoyê nayê çareserkirin."

"Ev pirsgirêk dê bi îradeya 86 milyon kesan çareser bibe"

“Hebûna terorê pirsgirêka hemû Tirkiyeyê ye lê pirsgirêka Kurdan jî ne tenê ya Kurdan e her wiha ew jî pirsgirêka Tirkiyeyê ye.

Ji bo ku careke din pêvajoyek pêk were û piştî vê pêvajoyê êş neyê jiyîn divê em bêhtir baldar bin.

Ev pirsgirêk dê bi îradeya 86 milyon kesan çareser bibe.

Erdogan li aliyekî dibêje em dê pirsê çareser bikin û li aliyekî dibêje pirsa Kurd nîne. Divê şik û gumanên Erdogan ji holê bên rakirin.”

Îdianameya kuştina Narîn Guranê

Ozel derbarê îdianameya kuştina Narîn Guranê jî axivî:

“Di îdianameyê de nayê gotin ku kê cînayet kiriye. Sedema vê kuştinê di îdianameyê de nîne.

Kê ew sebiya 8 salî û çima kuştiye behs nehatiye kirin. Berdewam hewl didin ku tiştên em nizanin ji civakê re nebêjin.”

"Em bi kesên ku destûrê bin pê dikin re destûrê çênakin"

Serokê Giştî yê CHPyê her wiha bal kişand ser nîqaşên derbarê amadekirina destûra bingehîn a nû û got:

“Heta ku rêz li destûra heyî neyê girtin û dest ji hemû helwestên dijdemokratîk neyê berdan, em bi kesên ku destûrê bin pê dikin re destûrê çênakin.

Heger hûn dixwazin CHPyê bi vî awayî bînin ser maseyê, em dê neyên ser maseyê.

Em îtîrazî nerastiyê dikin. Em dibêjin bila pirsgirêkên Kurdan li parlamentoyê bên çareserkirin.

Li vî welatî paşeroja her kesî girêdayî siyaseta demokratîk a sivîl e. Di vê xalê de em dê her tiştî bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst