Remzî Kartal li ser banga Bahçelî axivî

12 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Remzî Kartal Devlet Bahçelî Pêvajoya Çareseriyê KONGRA-GEL
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal li ser daxuyniyan Bahçelî û Erdogan ên derbarê Ocalan got, “Dibe ku li pişt daxuyaniyan planeke xeter hebe.”

Nîqaşên “pêvajoya nû” yên têkildarî çareseriya pirsgireka Kurd piştî banga Bahçelî ya li parlamentoya Tirkiyeyê germtir bûn.

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî doh di civîna koma partiya xwe de got, "Bila Ocalan were li parlamentoyê biaxive."

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan jî piştgirî da Bahçelî û li ser hesabê xwe yê Xê got:

“Em hêvî dikin ku derfeta dîrokî ya ji aliyê Tifaqa Cumhurê ve hatiye pêşkeşkirin qurbanî hesabên şexsî neyên kirin.”

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal daxuyaniya Bahçelî û nîqaşên “pêvajoya nû” ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxandin.

“Ti qiymetê gotinên yek alî nîne”

Remzî Kartal banga Bahçelî wekî bangeke necidî penase kir û got:

“Bangeke bi vî rengî ya li Rêberê Gelê Kurd ê di tevahiya jiyana xwe de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, gelên Tirkiyeyê bi awayekî azad û wekhev bijîn têdikoşe ti cîdiyeta xwe nîne.

Ev desthilata ku li dijî gelê Kurd şerekî di asta qirkirinê de bi rê ve dibe van daxuyaniyan dide.

Lê piştî 3 rojan 43yemîn meha tecrîda li Îmraliyê dê temam bibe.

Heta ku bi Rêber Apo re hevdîtineke rasterast neyê kirin, dengê wî neyê bihîstin, ti qiymetê gotinên yek alî nîne.”

“Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin”

Remzî Kartal di berdewamiya axaftina xwe de got:

“Eger rastî jî lêgerîneke bi bingeha diyalogê hebe divê deriyên Îmraliyê bên vekirin.

Heta ku dengê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neyê bihîstin ti qiymetê van gotinan nîne.

“Dibe ku li pişt van axaftinan planeke xeter hebe. Divê gelê me hişyar be.

Divê kes sist nebe. Ji ber ku kesên ku vê polîtîkayê dimeşînin û ev plan ava kiriye, di heman demê de dixwazin ku sistiyekê bidin avakirin.”

"Xeflet e"

Hevserokê KONGRA-GEL herî dawî jî got:

“Pêşwazîkirina bangan bi spasî û kêfxweşiyê bi yek gotinê xeflet e.

Eger pêvajoyek were destpêkirin divê pêvajoyeke ku Rêber Apo wekî sermuzakerevan cih bigire.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst