Karayilan: PKK dê rola xwe bilîze

37 xulek berê
RÛDAW
Nîşan Murat Karayilan Pêvajoya Nû PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Murat Karayilan li ser destpêkirina pêvajoyeke nû ya çareseriyê got, “PKK dê rola xwe bilîze.”

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî got ku bila Ocalan li Parlamentoya Tirkiyeyê di komcivîna DEM Partiyê de biaxive.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê bersiv da Bahçelî û got, “Tecdîrê rakin û bila Birêz Ocalan biaxive.”

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel jî bersiv da banga Bahçelî ya ji bo Ocalan û got, “Devlet Beg, ez jî dewletê teklîfî Kurdan dikim.”

“Careke din pê li textekî şil nake”

Endamê Komîteya Rêveber a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Murat Karayilan li ser destpêkirina pêvajoyeke nû ya çareseriyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bersiva pirsên medyaya nêzîkî PKKyê da.

Murat Karayilan li ser pirsa pêvajoyeke nû û pêşhatên dawî anî ziman:

“Wekî tevger em ne li dijî pêvajoya çareseriya demokratîk in lê belê em dê rê nedin polîtîkayên xapandinê yên ku bi taktîkên şerê taybet têne meşandin.

Bêguman şert û merc hatine guhertin, ya berê dubare nabe.

Eger rewşeke welê tê afirandin ku li berjewendiyên Tirkiyeyê difikire, welatparêziya rasteqîn tê de heye û li ser vê bingehê wê hin gavên nû bêne avêtin, aliyê Kurd wê ji vê re nebêje na, lê belê careke din jî pê li textekî şil nake.”

Karayilan li ser berdana Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan jî got:

“Hewldanên çareseriyê eger ne di çarçoveya azadiya Rêber Apo de bin, hukmê xwe nîne.

Bêguman wekî ku Rêber Apo jî destnîşan kir, PKK, siyaseta Kurd a qanûnî-demokratîk di çareseriyê de xwedî rolên girîng in.

Ya ku rejîm dike taktîkeke sivik e ku hewl dide yekê li hemberî ya din bide şerkirin. Divê vê yekê nekin. Divê rola her pêkhateyeke Kurd li ber çavan bê girtin.”

“Dixwazin Kurdan bê statu bihêlin”

Karayilan her wiha da zanîn:

“Îro herêma me Rojhilata Navîn dikele. Şerê Cîhanê yê 3yemîn ê li Herêmê giran bûye û diyar e ku wê hîn girantir bibe. Hêzên hegemonîk ên global bi vî şerî re dixwazin herêmê jinûve dîzayn bikin.

Xisûsa ku tê dîtin ev e. Hêzên mêtinger ên li Kurdistanê, di serî de rejîma heyî ya AKP-MHP-Ergenekon hewl didin ku di dîzayna nû ya herêmê de cih ji gelê Kurd re neyê dayin, Kurdan bê statu bihêlin, ev yek jî tê wateya qirkirinê.”

Karayilan li ser banga Bahçelî ya vexwendina Abdullah Ocalan a Parlamentoya Tirkiyeyê jî got:

“Herî dawî banga Devlet Bahçelî jî, her çend li gorî feraseta xwe û xwedî naverokeke derveyî aqil a ku em ti carî nikarin qebûl bikin be jî, bangeke ku Rêber Apo wekî muxatab dibîne ye.

PKK dê di vê serdema girîng a dîrokî de ji her demê zêdetir bi biryardariyeke bilind rola xwe di xeta Rêber Apo de bilîze û erka xwe bi layiqî bi cih bîne.”

Bi taybetî gotinên Bahçelî ji doh ve mijara sereke ya rojevê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst