Bozyel li ser banga Bahçelî got: Dibe ku armanc piştgiriya HSDyê be

9 demjimêr berê
RÛDAW
Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel bû mêvanê bultena Rûdawê
Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel bû mêvanê bultena Rûdawê
Nîşan Bayram Bozyel Pêvajoya Nû
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel, li ser banga Bahçelî ya ji bo Ocalan got, “Divê em Kurd bi yek helwestê tev li pêvajoya niha bibin.”

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî got, "Bila Ocalan were li parlamentoya Tirkiyeyê di komcivîna DEM Partiyê de biaxive."

Gotinên Bahçelî ji doh ve mijara sereke ya rojevê ne.

Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel bû mêvanê bultena Rûdawê û pirsên Dildar Herkî yên li ser rojevê bersivandin.

Bayram Bozyel amaje bi wê yekê kir ku rûdanên navxweyî û derve hikûmeta Tirkiyeyê neçar kir ku pêvajoyeke nû bide destpêkirin.

"Ev hewldanên nû ji bo me ne surprîz bûn"

Bayram Bozyel li ser pirsa “PSK vê rojeva nû çawa dinirxîne?” wiha got:

“Em bi salan e dibêjin Tirkiye bi vê siyaseta li dijî Kurdan nikare bi pêş ve biçe û nikare demokrasî û aştiyê di nava xwe de ava bike.

Her wiha bi vê siyasetê nikare têkiliyên xwe yên li derve bi pêş bixe û bi cîhanê re pêwendiyên xwe baş bike.

Ji ber vê yekê, ev hewldanên dawî ji bo me ne surprîz bûn.

Em dizanin ku Tirkiye ji ber pirsgirêka Kurd bi taybetî jî nakokiyên van salên dawî di nava krîzeke mezin û piralî de ye.

Aboriya Tirkiyeyê têk çûye û sîstem kar nake û çerxa dewletê êdî nazîvire.

Her wiha siyaset xitimiye û ji her aliyî ve rizîneke kûr û mezin heye. Me dît ku AKPyê di hilbijartinên herêmî de ji ber vê polîtîkayê dengên xwe gelekî kêm kirin.”

"Şert navxwe û derve wiha dike van gavan biavêje"

Bozyel bal kişand ku li dinyayê rûdanên girîng hene û dibe ku bandorê li Tirkiyeyê bikin û wiha domand:

“Îsraîl şerê Hemasê dike û îhtimal heye ku ev şer berfireh bibe. Îhtimal heye ku pevçûn ber bi Îranê ve biçe.

Ev çend car in Erdogan dibêje Îsraîl li ser Tirkiyeyê gef e û xeteriyê ser Tirkiyeyê çêdike.

Her wiha dibêje divê em di nav xwe de tifaqeke berfireh pêk bînin.

Di rastiyê de Îsraîl ji bo Tirkiyeyê ne metirsî ye lê bi şerê Hemas, Hizbulahê û Îranê yê li Rojhilata Navîn hêza Hîlala Şîe têk diçe,

Îran hêza xwe ji dest dide û ev rewş valahiyekê çêdike û Kurd dikarin vê valahiyê tijî bikin.

Kurdên Sûriyeyê dikarin vê valahiyê tijî bikin.

Dîsa Kurd li Îraqê dikarin wê valahiyê dagirin. Eger li Îranê guherîneke siyasî çêbibe, Kurd dikarin li wir jî valahiyê tijî bikin û ew vê yekê dizane.

Him şert û mercên nav û him jî yên derve wiha dikin ku hikûmeta Tirkiyeyê van gavan biavêje.”

“Divê yek helwesta Kurdan hebe”

Li ser pirsa “Kurd dikarin çawa sûdê jê vê rewşê bigirin?” jî Bozyel wiha got:

“Divê Kurd heta ku ji dest tê bi yek helwestê tev li vê pêvajoyê bibin.

Her çi qasî gumanên me hebin jî divê em zanibin ku Tirkiye jî di bin zextê de ye û divê van gavan biavêje.

Belkî dewlet tenê bixwaze bi çekdanîna PKKyê qîma xwe bîne û belkî bixwaze HSDyê li Sûriyeyê li kêleka xwe bigire ji bo sibe ji bo Tirkiyeyê nebe xeter.

Ji bo vê jî divê Kurd hem li Bakur hem jî li çar parçeyên Kurdistanê siyaseteke hevpar bimeşînin.

Divê Kurd zextê li dewletê bikin û bidin zanîn ku pirs tenê bi danîna çekan û rakirina tecrîda li ser Ocalan çareser nabe.

Helbet ev jî girîng in, tecrîda li ser Ocalan rabe ev gaveke hiqûqî û mirovî ye.

Eger PKK dest ji çekan berde Kurd ji astengeke mezin xilas dibin û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dê bibe gaveke girîng.

Em jî li gel wê yekê ne ku şerê çekdarî yê PKKyê bi dawî bibe.”

Bozyel pirsa “PKK bi banga Ocalan dikare biqede?” jî wiha bersivand:

“Helbet bi tena serê xwe bi vê gavê nabe, divê hinek gavên din jî bên avêtin.

Hem ji bo Ocalan, hem ji bo girtiyên di girtîgehan de, hem jî ji bo xebatên rewşenbîrî û siyasî yên partiyên siyasî yên Kurd divê gav bên avêtin.

Her wiha divê ji bo kesên li serê çiyayan in rê peyda bibe ku beşdarî siyaset û jiyana rojane bibin.

Ji bo vê rewşê pakêtek hewce dike, pêdivî bi nêrîneke giştî heye.

Bê guman girêdayî vê divê nasnameya Kurd were nasîn û divê hebûna Kurdan di destûreke nû de cihê xwe bigire.

Helbet dibe ku cara ewil  di destûrê de cih nedin statûya Kurdan lê divê ji bo wê bername hebin û şert û merc normalîze bibin.

Pêşî divê şer û pevçûn bên rawestandin û piştê wê jî şert û mercên siyasî bên asayîkirin da ku aliyên Tirk û Kurd karibin bicivin."

Bozyel her wiha da zanîn ku partiyên Bakurê Kurdistanê ji bo mafên Kurdan dixebitin û amadekariya destûreke nû dikin û got:

“Em dixwazin Serok Barzanî tev li pêvajoyê bibe”

“Em naxwazin vê yekê bi tenê ji dewletê, Ocalan û PKK an jî Qendîlê re bihêlin.

Her wiha divê em diyaloga xwe bi Tirkan re zêdetir bikin da ku ew jî piştgiriya vê bikin.

Hûn dibînin atmosfereke baş heye û CHP ne li dijî vê yekê ye û helwesteke pozîtîf nîşan dide.

Her wiha em dixwazin Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tev lî vê pêvajoyê bibe.

Ji bo hêsankirina rewşê em dixwazin ew dîsa roka xwe ya wekî sala 2013an bileyîzin.

Her wiha divê aliyên navnetewî jî wekî aliyekî tev lî pêvajoyê bibin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst