Parlamenterê AK Partiyê: Gotinên li ser berdana Ocalan çîrok in

12 demjimêr berê
Faruk Kiliç / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Faruk Kiliç / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan AK Partî Faruk Kiliç Ocalan Bahçelî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê AK Partiyê yê Mêrdînê Faruk Kiliç li ser îdiayên ku dê Ocalan bê berdan û li Rihayê li malekê were bicihkirin got, “Ev giş çîrok in.”

Parlamenterê AK Partiyê yê Mêrdînê Faruk Kiliç bû mêhvanê bernameya Rûdawê ya bi navê Roja Hîwa Cemal û pirsên li ser rojevê bersivandin.

Faruk Kiliç pirsa, “Parêzerên Ocalan dibêjin ev 44 meh in ku li ser Ocalan ti agahî nînin. Gelo ti xeber heye ku dê malbat wî yan parêzer wî bibînin?” wiha bersivand:

“Bi rastî li ser vê mijarê ti agahiyên min nînin. Naxwazim tiştekî ji ber xwe ve bibêjim.

Li gorî ku Bahçelî ev tişt gotin dê di nava dewletê de tiştek hebe lê ez nizanim.”

“Niha di nav AK Partiyê de tiştekî wiha tune”

Faruk Kiliç angaştên ku “Dê Ocalan berdin û li Rihayê li malekê bi cih bikin” wiha nirxandin:

“Ev gişt çîrok in, giş tiştên ku ji derve ve tên gotin in. Niha di nav AK Partiyê de tiştekî wiha tune.

Îro ji bo axaftinan li ser vê mijarê zû ye. Gavin hatin avêtin. ‘Gelo dê dewama van gavan were yan neyê?’ divê em li ser vê bisekinin.

Tiştê girîng ev e ku dê muxatap çi karî bikin. Ev muzekareyên di nav wan de dê çi qasî dewam bikin û dê bi kê re muzakerayan bikin?

Girîng e ku dê DEM Partî û hevalên wê bi kê re muzakerayên xwe bikin.”

"Divê bi derengî nekeve"

Parlamenterê AK Partiyê yê Mêrdînê silava ku Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî daye DEM Partiyê û peyamên wî yên li ser Ocalan jî wiha şîrove kirin:

“Bahçelî got em dixwazin gavek bê avêtin. Dema destê xwe dirêj kir got, ‘Em dixwazin vê pirsgirêkê di nava Parlamentoya Tirkiyeyê de bibin serî.’

Divê ne tenê DEM Partî, mixalefet û raya giştî jî li ser vêya bisekine û baş bixwîne.

Divê ev di demeke kurt de bên kirin çimkî Pêvajoya Aştiyê jî xweşik dest pê kir, bi niyeteke paqij bû lê taliya wê xerabe çêbû.

Çima xerabe çêbû? Tiliyên din, destên din ketin navê.

Ji bo ku destên din nekevin navê heke DEM Partî û partiyên din dixwazin hizûrek were Tirkiyeyê divê zû qerarekê bidin.”

Faruk Kiliç diyar kir ku ji bo berdana Ocalan yasa nînin lê dibe ku li gorî “Mafê Hêviyê” were berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst