Serokê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojhilata Navîn (ORSAM) Dr. Kadîr Temîz diyar kir ku pêvajoya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ne ji nişka ve dest pê kiriye.
Dr. Kadîr Temîz got ku aliyên siyasî gavên erênî davêjin û ji bo ku şer bi dawî bibe pêwîst e kar li ser geşkirina aboriya herêmê (Bakurê Kurdistanê) were kirin û got:
"Em niha di destpêka pêvajoyeke nû de ne, ji ber vê em nikarin li ser hinek guherînên pratîkî biaxivin lê xwesteka aliyan ji bo gavên erênî berdewam dike."
Serokê ORSAMê amaje pê kir ku karên pêşîn ên Tirkiyeyê geşkirina aboriya Bakurê Kurdistanê û aşkirina ewlehiyê ne.
Li gorî wî divê pêşî li herêmê (Bakurê Kurdistanê) kar li ser çêtirkirina aboriyê were kirin, eger na, şer û pevçûn dê berdewam bikin.
Serokê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojhilata Navîn (ORSAM) Dr. Kadîr Temîz pirsên Hêvîdar Zanayê bersivandin:
Rûdaw: Sirri Sureyya Onderê endamê şandeya Îmraliyê dibêje, hefteya bê şandeya wan dê bi şandeya hikûmetê re bicive, gelo di civîna şandeya Îmraliyê û şandeya hikûmetê de çi mijar dê bên gotûbêjkirin?
Kadîr Temîz: Em niha di destpêka pêvajoyeke nû de ne, ji ber vê em nikarin li ser hinek guherînên pratîkî biaxivin. Xwesteka aliyan ji bo gavên erênî berdewam dike. Hûn dizanin vê pêvajoyê ne ji nişka ve dest pê kir, di bin ronahiya gelek bûyerên herêmî û cîhanî de dest pê kir, alî jî ji bûyerên herêmê û cîhanê agahdar in, bi taybetî bûyerên dawî yên Sûriyeyê.
Piştî vekişîna hinek karakterên herêmê, Tirkiye û karakterên din destpêşxerî kirin. Ji ber van sedeman, guherînên pratîkî çêdibin, niha tenê daxuyaniyek heye, piştî vê, em hemû li benda gavên pratîkî ne ku pêk werin û bibin sedem ji bo aşitî, aramî û demokrasiyê ji bo gelê Kurd, Tirkiye û herêmê.
Rûdaw: PKKyê agirbesteke yekalî ragihand, dixwaze amadehiyê ji bo lidarxistina kongreyê bike û di kongreyê de biryarê bide çekan deyne û xwe belav bike lê hîn şer berdewam dike û helîkopter li Herêma Kurdistanê bombebaranê dikin, çawa PKK di rewşeke wiha de dikare kongreyê li dar bixe, çima hikûmet tedbîrên pêwîst nagire?
Kadîr Temîz: Li herêmê du karên li pêşîn ên Tirkiyeyê hene. Tirkiye her ji destpêkê de li ser vê yekê tekezî kiriye, em jî wekî Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojhilata Navîn, di hemû wan lêkolînên ku me kirine de, em van her du karên li pêşîn ên li herêmê dibînin.
Ya yekem, hemû gelên herêmê daxwaza geşkirina aboriyê dikin, ev ji başûr heta bakur, ji rojhilat heta rojava, gelên herêma Rojhilata Navîn, daxwaza vejandina aboriyê dikin.
Sûriye, Xeze, Îraq û erdnîgariya Kurdistanê, welatên Balkanan û Asyaya Navîn, hemû ji şer westiyane. Li Tirkiyeyê rojeveke erênî ji bo geşkirina aborî ya van herêman heye, ev pêvajo ji mêj ve kar li ser tê kirin. Ew aliyê ku têkilî bi Îraq û Hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê re heye, rojeva Rêya Bipêşketinê ya Îraqê ye. Karê li pêşîn ê duyem, mijarên ewlehîkirinê ye.
Rûdaw: PKKyê agirbest ragihandiye û biryar e kongreyê li dar bixe lê hîn şer berdewam dike, çawa dê di bin êrîş û bombebaranê de kongreyê li dar bixe û çekan deyne?
Kadîr Temîz: Min jî dixwest rast vê yekê bibêjim, divê alî vê aliyê erênî bibînin. Tirkiye gaveke erênî diavêje lê tim aliyekî ewlehiyê heye, eger di mijara geşkirina aboriyê, sîstema siyasî û danîna çekan de gavên erênî neyên avêtin, mijarên ewlehiyê dê berdewam bikin, mixabin ev, wekî rastiyeke herêma me berdewam dike.
Ez bawer dikim Komara Tirkiyeyê li gel karên ewlehiya xwe yên li pêşîn, kar li ser geşkirina aboriyê, sîstema siyasî û xwesteka siyasî dike û ev hikûmeta niha jî di gel vê vebijêrkê de ye. Niha daxuyaniyek heye û li hemberî vê daxuyaniyê de jî gotinek heye.
Ev pêvajoyeke erênî ye, ev pêvajo dê ber bi kû ve biçe, em dê hemû bi hev re bibînin. Ji ber vê divê mijara ewlehiyê û rojeva erênî (geşkirina aboriyê) bi duristî bên xwendin, ti kes nikare di yek demê de dawî li van her du mijaran bîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse