Dilşad Şehab: Herêma Kurdistanê girîngiyê dide pêvajoya çareseriyê

Duh li 01:13
RÛDAW
Nîşan Newroz Dilşad Şehab Newroza Mezin a Amedê Pêvajoya Çareseriyê Nêçîrvan Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab li Newroza Amedê got, “Herêma Kurdistanê girîngiyê dide pêvajoya çareseriyê.”

Newroza Mezin îro li Ameda Bakurê Kurdistanê tê pîrozkirin û gel diherike qada Newrozê.

Agirê yekem ê Newroza îsal 12ê Adarê li navçeya Licê ya Amedê hat pêxistin û pîrozbahiyan heta îro dewam kir.

Îro jî dora Newroza Mezin a Amedê ye, şahî li Parka Newrozê tê lidarxistin.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab û Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê  (PDK) Serbest Lezgîn jî tevlî Newroza Amedê bûn.

“Serokê Herêma Kurdistanê ji bo aştiyê amade ye alîkariyê bike”

Dilşad Şehab li ser pîrozbahiyên Newrozê û pêvajoyê ji Rûdawê re got:

“Ji billî silav û peyama pîrozbahiya Newrozê ya cenabê Serokê Herêma Kurdistanê (Nêçîrvan Barzanî) Newroza îsal gelekî taybet e.

Serokê Herêma Kurdistanê û Herêma Kurdistanê gelekî girîngiyê dide pêvajoya çareseriyê.

Herêma Kurdistanê ji bo serkeftina pêvajoya çareseriyê çi bikeve ser milê me her demê amade ye bike.

(Serokê Herêma Kurdistanê) her kesê ku di vê pêvajoyê de roleke erênî lîstiye pîroz dike û destxweşiyê li wan dike.

Bi taybetî Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan. Peyama Birêz Ocalan kilîta dergehekî bizehmet vekiriye.

Ev rê bi rêyeke bi zehmet e, rêya aştî û bi hev re jiyanê ye.

Tecrûbeyên li herêmê nîşan dide ku ti pirsgirêk bi şer û pevçûnan çareser nabin.

Ji ber wê yekê jî cenabê Serokê Herêma Kurdistanê dupat dike ku ji bo aştî pêk were çi pêwîst bike ew amade ye alîkariya pêvajoya çareseriyê bike.

Peyama Serokatiya Herêma Kurdistanê ev e, peyama her kesî li Herêma Kurdistanê ev e. Gelekî giringiyê didin pêvajoya çareseriyê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst