Cengîz Çandar: Ocalan naxwaze ji Îmraliyê derkeve

Duh li 02:28
RÛDAW
Nîşan Cengîz Çandar DEM Partî Newroza Amedê Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê DEM Patiyê yê Amedê Cengîz Çandar, “Ocalan naxwaze ji Îmraliyê derkeve dixwaze şert û mercên wê bên guhertin.”

Cengîz Çandar li ser pêvajoya çareseriyê kongreya PKKyê û şertên Ocalan ji Rûdawê re axivî.

Siyasetmedar Çandar eşkere kir ku divabû şert û mercên Ocalan bihatana guhertin.

Parlamenterê DEM Partiyê behsa hevdîtina Heyeta Îmraliyê û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan kir û wiha got:

“Piştî Cejna Remezanê dê hevdîtin pêk were. Wî bi xwe (Erdogan) gotibû ku dê piştî Cejna Remezanê hevdîtin pêk were.

Em li bendê ne ku heta 2 hefteyan, destpêka meha nîsanê hevdîtin pêk were.

Ya girîng peyama Abdullah Ocalan û helwesta PKKyê bû. Abdullah Ocalan peyam da û PKKyê jî agirbest ragihand.

Birêz Bahçelî xwestibû ku Abdullah Ocalan bang li rêxistina xwe bike û ji rêxistina xwe bixwaze ku dev ji çekan berde û xwe fesix bike wê demê dê derfeta azadbûna wî jî derkeve holê.

Wî bi xwe gotibû ku ji bo azadiya Ocalan wê rêyek vebe wî bi xwe ev axaftin kir û ev bangewazî kir.

Ocalan bi xwe nabêje ez dê herim li bajarekî Tirkiyeyê yan li bajarekî din ê cihanê bijîm. Ocalan dixwaze şert û mercên wî bên guhertin.

“Divabû kanalên diyalogê ji Ocalan re bihatana vekirin”

Ocalan dixwaze kanalên diyalogê bên vekirin bi berpirsên siyasî, rojnameger û saziyên sivîl re dan û standinê bike.

Ocalan dixwaze roleke bi bandor bilîze, belkî li Îmraliyê be lê roleke aktîf bilîze.

Ev bangewazî hat kirin û em li bendê bûn ku di warê şert û mercên Ocalan de guhertin bên kirin.

Divabû dest bi guhertina şert û mercên Ocalan bikirana lewre PKKyê jî banga Ocalan qebûl kir û xwest rêya dan û standina wan bi Ocalan re hebe da ku di kongreyê de Ocalan bi wan re di nav dan û standinê de be.

Divê şert û merc bên amadekirin ku Ocalan bangî rêxistina xwe bike."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst