Hewlêr (Rûdaw) - Geştyar ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji bo Newrozê berê xwe didin parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê.
Geştyar di Deriyê Sînorî yê Kapikoyê re derbas dibin.
Birêvebiriya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê bi gul û çîçekan, bi kêfxweşî geştyaran pêşwazî kir.
Alîkarê Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê Fevzî Çelîktaş got:
“Me diyarî da wan û ji wan re behsa festîvala dan û standinê ya Odeya Bazirganiyê kir.
Me zanyarî da wan ku karibin bi erzanî tiştên bi kalîte bikirin.
Hejmara geştyaran her sal zêdetir dibe û em dixwazin ji wan re bibin bersiv.”
Her sal geştyar bi taybetî di navbera 15ê Adarê û 5ê Nîsanê de diçin serdana Wanê.
Di wê demê de otêlên bajêr tijî dibin û li bazar û cihên dîrokî qerebalixiyeke zêde çêdibe.
Geştyarê ji Îranê Vahît got:
“Ez ji Îranê me û hatime li Wanê bigerim û tiştan bikirim.
Wan gelekî xweş e. Di Cejna Newrozê de piraniya Îraniyan tên Wanê.”
“Ez ji xelkê vê derê hez dikim”
Geştyara ji Urmiyeya Rojhilatê Kurdistanê Nesrîn Avşarê jî anî ziman:
“Ez ji Urmiyeyê têm, hem ji bo gerê û hem jî bo bazarê hatime Wanê.
Ez dê biçim li bazarên wê bigerim û piştre jî biçim serdana cihên dîrokî.
Ez ji xelkê vê derê hez dikim, spas ji bo diyariyê.”
Li gorî amarên Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê di 3 mehên îsal de zêdetirî 120 hezar geştyar ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê çûne serdana Wanê.
Di heman dema sala borî de hejmar 101 hezar kes bû.
Bi giştî sala borî 720 hezar geştyarên ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê çûbûn serdana parêzgehê û îsal tê çaverêkirin ku ev hejmar bigihêje milyonek kesî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse