Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Mihemed Îsmaîl got, “Me li hev kiriye, peyman amade ye û em dê çend rojan piştî Newrozê ji miletê xwe re ragihînin.”
Serokê ENKSyê Mihemed Îsmaîl ji Rûdawê ragihand ku peymana wan du xalan li xwe digire ya yekem derbarê helwesta Kurdan a hemberî paşeroja Sûriyeyê ye, ya duyem jî derbarê çawaniya bidestxistina mafên Kurdan a li Sûriyeyê ye.
Mihemed Îsmaîl tekez kir ku xalên peymanê ne derbarê kesekî, partiyek an herêmeke taybet e lê ew dixwazin mafên Kurdên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê biparêzin.
Bi gotina Mihemed Îsmaîl tê plankirin ku peyman piştî Newrozê (dibe ku di navbera 24-25ê Adarê de) were ragihandin.
Mihemed Îsmaîl destnîşan kir ku şandeya hevpar a Kurdan dê di gotûbêjên xwe yên li gel hikûmeta Şamê de xwe bispêre xalên lihevkirinê.
Wî got ku yek ji sedemên derengxistina ragihandina peymanê pêwîstiya amadekariya hevalbendên wan ên Amerîkî, Fransî û herwiha Herêma Kurdistanê ye.
“Me li ser xalên giştî li hev kiriye”
Mihemed Îsmaîl wiha got:
“Me heta niha peyman îmze nekiriye lê me li ser xalên neteweyî yên Kurdan ên giştî li hev kiriye.
Divê protokoleke taybet li ser şandeya gotûbêjan hebe û li ser wê bingehê şandeyeke hevpar were avakirin, her wiha me behsa aliyên din jî nekiriye.”
Serokê ENKSyê tekez kir ku şandeya hevpar a Kurdan dê balê bikişîne ser nenavendîtiyê wekî daxwazeke sereke ya Kurdan li Sûriyeyê.
ENKS û PYDyê 18ê Adarê li bajarê Hisîçayê bi amadebûna Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û nûnerên Amerîkî civiyan.
Li gorî agahiyên ku ji Rûdawê re hatibûn, civîn li parêzgeha Hisîçayê (Hesekê) ya Rojavayê Kurdistanê hat kirin.
Çavkaniyên ku ji Rûdawê re axivîn diyar kir ku civîn "gelekî baş" derbas bûye û dê di nava çend rojan de rêkeftin were ragihandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse