Plana Geştyariyê ya Soranê tê bicihkirin: Bêxal dê ji nû ve were avakirin

Duh li 02:00
RÛDAW
Bêxal / Wêne: Rûdaw
Bêxal / Wêne: Rûdaw
Nîşan Soran Rwanda Geştyar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberê Geştyariyê yê Rwandizê Parêz Yûsif ragihand ku di çarçoveya Plana Sereke ya Geştyariya Soranê de herêma Bêxalê dê bi awayekî modern ji nû ve were avakirin.

Yûsif tekez kir ku Bêxal dê bibe yek ji herêmên herî xweş ên Rojhilata Navîn.

Li Rwandizê bi destpêka biharê re tevgera geştyariyê dest pê kir

Her sal bi destpêkirina biharê re hejmareke zêde ji mêvanan herêmên geştyarî yên Rwandizê ziyaret dikin.

Rêveberê Geştyariyê yê Rwandizê Parêz Yûsif ji Rûdawê re got:

“Me hemû amadekariyên xwe temam kirine û em amade ne ji bo pêşwazîkirina mêvanan.

Armanca me ew e ku berê gelek geştyaran bdin herêma xwe."

Yûsif destnîşan kir ku nêzîkî ji sedî 80 ji mêvanan ji başûr û navendên Îraqê diçin.

Pirsgirêka cihê mayinê tê çareserkirin

Ji bo geştyarên ku tên Rwandizê, derfetên cihê mayinê jî tên fireh kirin.

Yûsif got, "Tenê li Çiyayê Korekê 100 cihên mayinê hene. Li Şêngelbane jî 113 xanî û vîla hene.

Li navenda bajar jî çend hotel û motel hene. Her wiha di demsala havînê de bi sedan konên geştyarî dê ji bo bikaranîna gel bên pêşkêşkirin.”

Plana sereke ya geştyariyê ya Soranê

Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi bicihkirina Plana Sereke ya Geştyariyê ya Soranê kiriye.

Ev projeya mezin Çiyayê Bradost, Çiyayê Korek û Girê Bapiştiyanî li xwe digire.

Di çarçoveya vê planê de, avên Geliyê Kalokanê dê werin şandine ber bi Çiyayê Bradost û Girê Bapiştiyanê ve.

Beşek ji plana sereke jî Rwandizê li xwe digire. Di vê çarçoveyê de, herêma Bêxal dê bi aweyekî modern ji nû ve were avakirin.

Rêveberê Geştiyariyê Parêz Yûsif wiha got:

“Guherînên mezin dê li Bêxalê çêbibin. Herêm dê bi têgihîştineke modern were avakirin û gel jî dê ji vê sûdê wergire.

Plana sereke bi berfirehî hatiye amadekirin. Bêxal dê bibe yek ji navendên geştyariyê yên herî bedew li Rojhilata Navîn.

Proje rasterast ji aliyê Nivîsgeha Serokwezîr ve tê çavdêrîkirin û kar bi lez û bi baldarî bi pêş de diçe."

Veguhastina li herêmên Geştyariyê tê baştirkirin

Li Rwandizê gelek cihên geştiyariyê hene.

Lê belê, hin herêm ji ber kêmasiya binesaziya rêyan bala xelkê nakişînin.

Geliyê Akoyanê, geliyên Fekiyan û Sekran hin ji wan in.

Yûsif got, “Li Geliyê Akoyanê  ji ber ku rêjên avê yên pêwîst nehatine çêkirin, hejmara mêvanan kêm bû.

 Lê îsal çar kîlometre rê hatine qîrkirin. Ev yek dê eleqeya ji bo herêmê zêde bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst