Licê (Rûdaw) - Yekem agirê Newroza îsal li navçeya Licê ya Amedê hat pêxistin û bi wî awayî starta ahengên Newrozê jî ji wî navçê hat dayîn.
Di peyamên beşdarên ahenga Licê de piştgiriya pêvajoya ku dimeşe hat kirin û ji bo aştiyeke mayînde bal kişandin ser peyama Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan.
Xelkê ku beşdarî Newroza Licê jî bû bi yek dengî daxwaza aştiyê anî ziman.
Bi ahenga Licê re êdî çalakiyên Newrozê hat destpêkirin û çalakî dê li 84 cîhan heta 23yê Adarê dewam bikin.
"Ev axa Kurdan êdî ji xwînê têr bû"
Serokbajarê DBPyê yê Amedê Mehmek Şîrîn Gurbuz wiha anî ziman:
"Êdî bes e, ev erd û axa Kurdan êdî ji xwînê têr bûn. Em aştiyê bilind bikin.
Ew deste aştiyê ku me bilind kiriye lazime dewleta Tirkiyeyê jî wî destê me yê dirêj kirî û ew jiyana wekhev ku em diparêzin bibînin û bersiva wî bidin."
Di vê dema ku pêvajoya aştî û çareseriyê bi rê va diçe û xwefesixkirina PKKyê di rojevê de ye jin û mêrên ku bi cil û bergên Kurdî beşdarî ahenge bûbûn li Licê ya ku PKK cara ewil lê hatibû avakirin piştgiriya xwe ji bo pêvajoyê re ragihandin û bi zarek ji şer û pevçûnan bêzar bûyî peyamên aştî dan.
Welatiyên ku beşdarî Newroza Licê bûn nêrîn û xwestekên xwe bi vî rengî anîn zimên:
"Cenazeyê me li erde be jî em dibêjin aştî"
- "Dayîk azadiyê dixwazin, dayîk aştiyê dixwazin, dayîk dibêjin bila xwîn bisekine. Bila êdî dile dayîkan neêşe.
Dilê hemû dayîkan, ne tenê dile me, dile dayîkên polîsan jî yên leşkeran jî, yên gerîlayan jî yê xelkê zinadanan jî.
Em dibêjin aştî aştî aştî. Nefesa me ya dawî jî aştî ye. Cenazeyê me li erde ye em dibêjin aştî. Em şer naxwazin, naxwazin, naxwazin."
"Bila êdî dilê dayîkan neêşe"
- "Aştî aştî aştî dawiya me aştî ye. Em biratî û aştiyê dixwazin. Bila yê di zindanan de ne berdin. Êdî bes e, bes e, bes e. Êdî dilê me diêşe bes e, bes e, bes e.
Bila dengê me here dinyayê, Ewropayê bila dengê me here temamê dinyayê. Êdî bes e bila dilê dayîkan neêşe."
- "Gava rojên me xweş bin em cilên wiha li xwe dikin. Kêfa me kêfeke xweş e.
Serokê me daxûyaniyek da, em kêfxweş bûn. Înşelah dewlet jî gavek biavêje em dê kêfxweştir bibin."
Li gorî bernameya eşkerekirî, îsal dê li 84 navendên bajar û bajarokan ahengên Newrozê werin lidarxistin û ta 23yê Adarê çalakêyên Newrozê dê dewam bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse