Hewlêr (Rûdaw) – Nûnerê ENKSyê yê Herêma Kurdistanê Cedan Elî got, “PYD û ENKSyê li ser reşnivîseke hevpar li hevdû kirine.”
Li gorî gotina Cedan Elî dê piştî Newrozê her du alî rêkeftina xwe eşkere bikin.
18ê mehê Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî bi nûnerên PYD û ENKSyê re civiyabû.
Li gorî agahiyên ku ji Rûdawê re hatibûn, civîn li parêzgeha Hisîçayê (Hesekê) ya Rojavayê Kurdistanê hat kirin.
Çavkaniyên ku ji Rûdawê re axivîn diyar kir ku civîn "gelekî baş" derbas bûye û dê di nava çend rojan de rêkeftin were ragihandin.
Li gorî çavkaniyê, di civîna PYD û ENKSyê de Mezlûm Ebdî û nûnerên Hevpeymaniya navneteweyî jî amade bûne.
Her wiha di şandeya Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS)de Mihemed Îsmaîl, Fesla Yûsif, Nimet Dawid, Feysel Yûsif û Silêman Oso cîh girt.
Li aliyê din, Endamê Desteya Birêvebir a Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl û Perwîn Yûsif û Berdevka Partiyên Yekîtiya Neteweyî ya Kurdî (PYNK) Sema Bektaş di civînê de amade bûn.
“Piştî cejnê dê mizgîniyê bidin xelkê”
ENKSyê tekez kiribû ku pêwîstî bi lezgînkirina avakirina dîtineke siyasî ya Kurdî ya hevbeş û pêkanîna şandeyeke Kurdî ya yekgirtî ji bo pêwendî û diyalogê bi birêvebiriya nû ya li Şamê re heye.
Nûnerê ENKSyê Cedan Elî di pîrozbahiya Newroza ya li Hewlêrê ji Rûdawê re axivî û behsa naveroka civîna ENKS û PYDyê kir û got:
“ENKSyê reşnivîsek pêşkêşî PYDê kiribû û di civîna dawî de her du aliyan li ser reşnivîseke hevpar gihiştine rêkeftine.
Di civînê de Mezlûm Ebdî û nûnerên Amerîkayê jî amade bûn û her du alî gihiştin rêkeftinê ku nakokiyan nehêlin.
Piştî cejnê dê ENKS û PYD bi daxuyaniyekê mizgîniyê bidin xelkê.”
#VÎDEO - Nûnerê ENKSyê yê Herêma Kurdistanê Cedan Elî: PYD û ENKS dê piştî Newrozê rêkeftinê ragihînin#Newroz #Newroz2025 #NewrozPirozBe #Rojava pic.twitter.com/JDnoDdpbov
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 21, 2025
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse