Mezlûm Ebdî li ser civîna xwe ya bi PYD û ENKSyê re daxuyaniyek belav kir

18-03-2025
RÛDAW
Nîşan Mezlûm Ebdî PYD ENKS
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser civîna xwe ya bi PYD û ENKSyê re got, “Helwest û nêrîna her du aliyan cihê kêfxweșiyê bûn.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li ser civîna xwe ya bi PYD û ENKS li hev civiyan.

Civîn li parêzgeha Hisîçayê (Hesekê) ya Rojavayê Kurdistanê hat kirin.

Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Xê derbarê civîna xwe ya bi PYD û ENKSyê re daxuyaniyek belav kir.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî anî ziman:

“Îro, her du aliyên Kurdî PYD û ENKSyê ji bo diyarkirina nexşerêyekê hevbeș û yekkirina rêza Kurdî di qonaxa heyî de, li hev civiyan.

Helwest û nêrîna her du aliyan cihê kêfxweșiyê bûn. Ev di rêzehevdîtinên ji bo pêkanîna yekrêziya Kurdî de gava yekemîn bû.

Ji bo pêkanîna Sûriyeyeke pirreng û demokratîk ku mafê hemû pêkhateyan tê de misoger be, em bi israr in ku vê diyalogê bi ser bixînin.”

Di civîna PYD, ENKS û Mezlûm Ebdî de nûnerên Hevpeymaniya Navneteweyî jî amade bûn.

Di şandeya Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) de Mihemed Îsmaîl, Fesla Yûsif, Nîmet Dawid, Feysel Yûsif û Silêman Oso cih girt.

Li aliyê din, Endamê Desteya Birêvebir a Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl û Perwîn Yûsif û Berdevka Partiyên Yekîtiya Neteweyî ya Kurdî (PYNK) Sema Bektaş di civînê de amade bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst