Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, PYD û ENKS li hev civiyan.
Li gorî agahiyên ku ji Rûdawê re hatine, civîn li parêzgeha Hisîçayê (Hesekê) ya Rojavayê Kurdistanê tê kirin.
Şêx Murşid Xeznewî doh diyar kiribû ku ENKS û PYNK dê îro bicivin.
Hat zanîn ku civîna di navbera PYD, ENKS û Mezlûm Ebdî de dest pê kiriye.
Her wiha şandeyeke Amerîkayê tev li civînê dibe.
Heta niha li ser naveroka civînê ti daxuyanî nehatiye dayîn.
#BILEZ - Civîna PYD, ENKS û Mezlûm Ebdî dest pê kir
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 18, 2025
🟥 Civîn li Hisîçayê (Hesekê) tê kirin#Rojava pic.twitter.com/s6MheebVRc
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse