Berdevka PYNKyê: Me ji bo ziyareta ENKSyê komîteyek ava kir

11-02-2025
RÛDAW
Nîşan PYNK ENKS Rojavayê Kurdistanê Sema Bekdaş Mezlûm Ebdî Dr. Şêx Murşid Xeznewî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka Yekîtiya Partiyên Neteweyî (PYNK) Sema Bekdaşê got, “Me komîteyek ava kir da ku serdana birayên me yên ENKSyê bike û wan dawetî civîna neteweyî bike.”

Sema Bekdaş banga yekrêziyê li Encumena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) kir û diyar kir ku ew dixwazin nêrîn û helwesta wan yek be.

Li gorî gotina Berdevka PYNKyê piştî rûxana rejima Beşar Esed qonaxeke nû li Sûriyeyê dest pê kir.

Sema Bekdaşê behsa amadehiyên civîna neteweyî ya li Rojavayê Kurdistanê jî û wiha got:

“Di vê qonaxê de divê hemû hêzên Kurd di helwest, ref û nêrînê de li hev bikin da ku beşdarî avakirina Sûriyeya paşerojê bibin.

Piştî ku desthilata Esed bi awayekî dramatîk ket, qonaxeke nû ya guhertin û veguherînê li asta Rojhilata Navîn û Sûriyeyê dest pê kir.

Me gelek navbera partiyan, rêxistinên civaka sivîl, rewşenbîr û kesayetiyên serbixwe de gelek serdan pêk anîn da ku em enî û nêrîneke hevbeş ava bikin.

Me komîteyek ava kir da ku serdana birayên me yên ENKSyê bike û wan dawetî civîna neteweyî ya ku tê amadekirin bike.

Me gelek hewl da ku dema serdanê diyar bikin lê heta niha ti bersiv ji wan nehatiye.

Hewldanên me yên ji bo birayên me yên ENKSyê tevlî civîna neteweyî bibin zêdetirî mehek e berdewam dikin.”

Dr. Şêx Murşid Xezewî beriya bi çend rojan ji Rûdawê re diyar kir ku piştî hevdîtinên ENKS û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî gelekî erênî bûne.

Alimê Kurd Şêx Murşid Xeznewî ku tevî Hevpeymaniya Navnteweyî ya li Dijî DAIŞê di navbeynkariya ENKS û PYNKyê dike dê ragihand ku dê ENKS û PYNK dê di demeke nêzîk de bicivin.

“Di vê qonaxê de divê em yekgirtî bin”

Berdevka PYNKyê amaje bi rewşa Rojavayê Kurdistanê jî kir û wiha domand:

“Di vê qonaxa ku Sûriye tê re derbas dibe pêwîstî bi yekîtiya helwest û nêrîna Kurdî heye da ku em beşdarî avakirina wê bibin.

Kurd xwedî hêzeke leşkerî û projeyeke demokratîk in ku Ereb, Kurd, Suryan û Asûriyan dihewîne û divê nêrîna me ya siyasî yek be da ku mafên me û pêkhateyên din bên parastin.

Em dê hewl bidin û berdewam bikin da ku birayên me yên aliyê din û partiyên derveyî her du aliyan tevlî vê civînê bibin.

Eger em ti bersivê ji wan nestînin jî ev civîn dê bi beşdariya partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, rewşenbîr û kesayetiyên serbixwe berdewam bike.

Lidarxistina civînê nayê wê wateyê ku diyaloga di navbera PYNK û birayên me yên ENKSyê de rawestiyaye.

Qonaxa hestiyar a ku Sûriye tê re derbas dibe, lihevkirineke di nêrîna siyasî de di navbera hêzên Kurdî de ferz dike.

Em bangî Encumena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê dikin ku tevlî civîna neteweyî bibe da ku li ser avakirina Sûriyeya paşerojê û li hemberî êriş û siyasetên li ser gelê Kurd tên meşandin em helwesteke hevbeş û nêrîneke yekgirtî ava bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst