AMED – Kesên birûpoş êrişî qehwexaneyê kir

12-04-2024
Nîşan Amed Qehwexane Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Amedê 2 kesên birûpoş bi çifte û demançeyan êrişî qehwexaneyekê kir û reviyan.

Bûyerê şeva borî li navenda Amedê li taxa Şêx Şamîlê rû da.

Li gorî agahiyan, bi rojê di navbera du grûpan de nîqaşek çêbûye.

Bi şevê jî du kesan rûyê xwe bi rûpoşan nixûmandiye û êrişî qehwexaneya grûpa din kiriye.

Di bûyerê de kes nemiriye yan jî birîndar nebûye.

Hêzên ewlehiyê ji bo girtina gumanbaran dest bi xebatan kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst