Li Amedê êrişa çekdarî

27-03-2024
RÛDAW
Nîşan Amed Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Peyasê ya Amedê di navbera du koman de pevçûna çekdarî derket û di encamê de kesek birîndar bû.

Li Peyasê ji ber sedemeke hîn nayê zanîn di navbera du koman de  nîqaş derket û piştî demekê nîqaş mezin bû û veguherî pevçûnê.

Di pevçûnê de kesekî bi navê A.G.N (22) birîndar bû.

Li ser agahdarkirina kesên derdorê, tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar piştî midaxeleya ewil bir Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê.

Polîsan 2 kesên tevî şer bûne desteser kirin û ji bo girtina gumanbarên reviyan jî xebat dan destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst