AMED - Kesekî hewl da êrişî Berpirsê Rûdawê yê Amedê Maşallah Dekak bike

12-01-2024
RÛDAW
Nîşan Amed Maşallah Dekak Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Amedê kesekî hewl da êrişî Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Amedê Maşallah Dekak bike.

Wî kesî heqarat û çêr kirin herwiha hewl da bi awayê fîzîkî êrişî Dekak bike.

Dema ku Maşallah Dekak serdana Serokê Partiya DEVAyê Alî Babacan dişopand, li ber Mizgefta Mezin a Amedê rastî vê êrişê hat.

Kesê ku heta niha nasnameya wî diyar nebûye got, “Bi aqil bin, ev der Komara Tirkiyeyê ye” û êrişî Maşallah Dekak kir.

Li aliyên din, erbarê êrişkar de gilî hat kirin.

Cemiyeta Rojnamegerên Başûrrojhilat (GGC) hewla êrişa li ser hevkarê me Maşallah Dekak şermezar kir.

GGCê derbarê hewla êrişê de daxuyaniyek belav kir û got:

“Me bi nîgeraniyeke mezin ev êrişa ku armanca wê ya sereke azadiya ragihandinê ya gel e bihîst.

Em hewldana êrîia li dijî Endamê GGC û Nûnerê Rûdaw TVyê yê Amedê Maşallah Dekak bi tundî şermezar dikin.

Em vê êrîşa li hemberî hevkarê xwê ti carî qebûl nakin.

Her çend ji me re teselî be ku em hîn bûn rewşa tenduristya Dekak baş e jî lê em vê êrîşê bi tundî şermezar dikin.

Em wekî Cemiyeta Rojnamegerên Başûrrojhilat, careke din helwesta xwe ya li dijî her êrişeke li dijî azadiya çapemeniyê tekez dikin.

Piştî vê bûyerê, ji bo ku kesê ev êriş pêk aniye radestî edaletê bê kirin, em bangî Birêveberiya Ewlehiyê ya Amedê û Serdozgeriya Komarê dikin.

Êrîşên bi vî rengî ne tenê rojnamegerekî ferdî, azadiya çapemeniyê û nirxên demokratîk jî dikin hedef.

Piştî vê êrişa li ser hev hevkarê me Maşallah Dekak, wekî Cemiyeta Rojnamegerên Başûrrojhilat em dê bibin şopînerê vê bûyera ku qewimiye û em dê hemû hewlên xwe bidin ku berpirsyar bên darizandin.

Ji bo ku endamên çapemeniyê bi awayekî ewle karê xwe bikin em li benda piştgirî û hesasiyeta civakê ne.”

Li aliyê din Nûnertiya Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê ya Amedê jî li ser êrişê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Nûnertiya Semdîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê ya Amedê tekez kir ku ev êriş nayê qebûlkirin û wiha pê de çû:

“Îro di dema serdana serokê partiyeke siyasî ya Amedê de, li Meydana Mizgefta Mezin ku yek ji cihên herî qerebalix a bajarê me ye û ji ber vê yekê divê endamên ewlehiyê her tim li wir bin û em şahid in ku li wê derê ne

Hevkarên me yên ku li Nûnertiya Amedê ya Tora Medyayî ya Rûdawê ya Kurdistana Îraqê kar dikin rastî êrişeke kirêt hatine.

Êrişkar di nav polîsên erkdar û bi dehan kamera û welatiyan de çêrî hevkarê me kiriye, ev jî têrê nekir hewl da êrişa fîzîkî bike.

Di dema êrişê de şexsê bêhiş ji bilî çêrên ku kiriye, gotiye `Ev der Komara Tirkiyeyê ye, li gorî hewldana îllegalîzekirina xebatên hevkarên me aliyekî din ê balkêş ê bûyerê ye.

Belê. Em jî heman tiştî dubare dikin!

Ev der Komara Tirkiyeyê ye. Û ev welat dewleteke hiqûqê ya demokratîk e. Tora Medyayî ya Rûdawê saziyeke medyayî ye ku li gorî yasayên vî welatî hatiye damezrandin û bi awayekî yasayî bîmeya karmendên xwe dide û li gorî yasayên vî welatî karên xwe dimeşîne. Xebatkarên saziya ku li gorî qanûnan tevdigerin jî endamên Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) ne.

Em dixwazin hûn bizanin ku em wek TGS li hemberî van êrişên hovane yên li dijî endamên xwe û hemû rojnamegerên din ên ne endam bê deng namînin. Heger rayedar îdia dikin ku ev welat dewleteke hiqûqê ya demokratîk e û hiqûq her tim bilindtir serdest e, divê demildest ev bêhed hesabê bide.

Li ser vê gotinê berpirsiyariya rayedaran e ku êrişkar di demeke kurt de were girtin û li ber qanûnê hesabê bide.

Bi vê minasebetê em ji hevkarên xwe yên ku rastî êrişê hatine hêviya silametiyê dixwazin û diyar dikin ku em her tim bi hev re ne.

Em ji we re radigihînin ku heger rayedar bi erka xwe ranebin, em dê piştgiriya hiqûqî ya pêwîst bidin hevalên xwe."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst