AMED – Kûçikan di rojekê de 8 kes birîndar kirin

01-03-2024
Nîşan Amed Kûçikên Bêxwedî Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Amedê kûçikên berdayî yên li kolanê di rojekê de 8 kes birîndar kirin.

Li gorî agahiyên Rêveberiya Tenduristiyê ya Amedê, kûçikên berdayî 26ê Sibatê li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê êrişî 8 kesan kiriye û ew birîndar kirine.

Her 8 kes ji dest, ling û cihên cûda yên laşê xwe birîndar bûne.

Birîndar piştî ku li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Amedê hatine teddawîkirin çûne malên xwe.

Kesên ku kûçikan ew birîndar kirine ji rayadarên Amedê dixwazin ku ji bo vê pirsgirêkê çareyekê bibînin.

Yek ji wan kesên ku kûçikan êrişî kiriye Mehmet Karçiyê 46 salî ye.

“Ez gelekî matmayî mam”

Mehmet Karçî wiha behsa êrişa kûçikan kir:

“Min li pêşiya dikana xwe karê qeynaxê dikir. Ji nîşkê ve kûçikek hat û destê min gez kir.

Ez gelekî matmayî mam. Çawa kûçikek tê û mirovekî li pêşiya kargeha wî gez dike.

Piştre dema ez çûm nexweşxaneyê min dît 3 kesên din jî gez kirine.

“Dê êrişî zarok û jinan jî bikin”

Piştre li gorî ku min bîhîstiye her wê rojê kûçikan tevî min êrişî 8 kesên din kiriye û ew gez kirine.

Ev pirsgirêkeke sereke ye. Eger vê pirsgirêkê çareser nekin dê êrişî zarok û jinan jî bikin. Divê rêyeke çareseriyê bibînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst