ÊLIH - Berbijêrê HUDA PARê çû serdana DEM Partiyê

09-03-2024
RÛDAW
Nîşan Serkan Ramanli Êlih DEM Partî HUDA PAR
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berbijêrê Şaredariya Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli di çarçoveya hilbijartinan de li navçeya Qubînê ya Êlihê çû serdana ofîsa hilbijartinê ya DEM Partiyê.

Parlamenter û Berbijêrê Şaredariya Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli derbarê serdanê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir.

Serkan Ramanli di peyama xwe de got, “Li navçeya Qubînê piştî ku me ofîsa xwe ya hilbijartinê vekir, em çûn serdana ofîsên partiyên xwe yên din jî.

Di çarçoveya ku pêvajoya hilbijartinê bi awayekî biratî û xweşî bê derbaskirin de bi hêviya serkeftinê em çûn serdana ofîsên DEM Partî, AK Partî û Partiya Jinûve Refahê.”

Hefteya borî piştî wêneyên berbijêrê HUDA PARê Serkan Ramanli û berbijêrê DEM Partiyê yê heman parêzgehê ku lîstikeke futbolê bi hev re temaşe kiribûn belav bûn, bûbû sedema karvedanan û DEM Partiyê derbarê wê yekê de daxuyaniyek belav kiribû.

Herwiha DEM Partî, HUDA PARê bi kiryarên Hizbulahê tohmetbar dike û piştgiriya wê partiyê ya ji bo AK Partî jî bûye sedema nerazîbûnê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst