Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şahinbeyê ya parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, xortekî 18 salî bi tifingê hat kuştin.
Li gor zanyariyan li taxa Cengiz Topelê di navbera Durmuş Karacayê 18 salî û kesekî ku nasnameya wî nehat zanîn ji ber sedemeke nediyar pevçûn derket.
Di pevçûnê de kesekî bi tifingê gule berda sînga Durmuş Karaca û ew bi giranî birîndar kir.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê Durmuş Karaca bir nexweşxaneyeke taybet lê tevî midaxeleya li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.
Derbarê bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin û polîs ji bo desteserkirina kujer dest bi xebatan kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse