Hewlêr (Rûdaw) - Parêzerê Serokê PKKyê Abdullah Ocalan, Cengiz Çîçek, derbarê hevdîtina şandeya DEM Partiyê ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re got, "Diyar e ku hevdîtin dê ji vir û pê ve pêvajoyê bi leztir bike."
Cengiz Çîçek bultena Rûdawê de bû û li ser pêvajoyê pirsên Hêvîdar Zanayê besivandin.
Çîçel diyar kir ku divê pêvajoya nû ya çareseriyê bi cidiyetê were girtin.
"Hevdîtineke dîrokî bû"
Her wiha Çîçek anî ziman ku em dê hemû bi hev re encamên hevdîtinê bibînin û wiha got:
"Hevdîtina duhî gelekî girîng bû, hevdîtineke dîrokî bû. Hevdîtina ku şandeya DEM Partiyê bi birêz Serokkomarê re pêk anî, diyar e ku dê ji niha û pê ve pêvajoyê zêdetir zûtir bike yan jî hevdîtinek bû ku me hêvî dikir dê bibe sedema zûkirina pêvajoyê.
Em dê hemû bi hev re encamên wê bibînin. Niha ti agahiyên min derbarê tiştên ku di wê hevdîtinê de hatine axaftin de nînin.
Lê di encamê de ezmûnên her du pêvajoyên çareseriyê yên berê di destê me de hene.
Bi tevgerkirina ji wan ezmûnan meseleya Kurdan a li Tirkiyeyê, ji bo çareseriya wê bi rastî disîplînek divê, bi rastî lezekê divê, zûtiyek divê û di heman demê de pêdivî bi avêtina gavan a ji her du aliyan ve jî heye.
"Aliyên pêwendîdar bi xwe zêdetir xwedî destkeftî ne"
Ev yek, hem Birêz Ocalan di hevdîtina me ya 27ê Sibatê de bi xwe got.
Hem jî di pêvajoyên berê yên çareseriyê de li ser mijarên divê çi û çawa werin kirin, aliyên pêwendîdar bi xwe zêdetir xwedî destkeftî ne.
Hêviya me ew e ku ev pêvajo ku em wekî pêvajoya aştî û civaka demokratîk dinirxînin, ji aliyê aliyan ve bi cidiyetê were girtin û gav bi lez û zûtî werin avêtin."
"Em nikarin bêjin ku mercên tecrîdê hatine rakirin"
Çîçek bi bîr xist ku PKKyê ragihandibû dê li gorî banga Ocalan çekan deyne û amaje pê kir ku piştî vê yekê wan hêvî dikir ku mercên Ocalan bên başkirin, lê ev yek pêk nehatibû.
Parêzer Cengiz Çîçek wiha domand:
"Li Tirkiyeyê tiştekî heye ku bi taybetî bloka desthilatê gelek caran dibêje. Divê PKK kongreya xwe ya fesixkrinê pêk bîne...
Berpirsên PKKyê jî di 1ê Adarê de ji xwe bêyî derengmayîn bersiva banga Birêz Ocalan a 'Aştî û Civaka Demokratîk' dan.
Wan got ku dê li banga wî guhdarî bikin, got ku dê kongreyê li dar bixin. Lê me di her derfetê de, piştî zêdetirî mehekê, vî tiştê tinin ziman.
Yanî di vê pêvajoyê de yek ji wan gavên ku divê pêşiyê bihatana avêtin, di rastiyê de tiştekî ku Birêz Ocalan jî gava bi me re axivî got.
Divê bi banga wî re mercên wî jî bihatana başkirin. Ji bo misogerkirina azadiya wî ya fîzîkî û pêşxistina pêvajoyê, ji bo ku wî bi awayekî saxlem rol bileyista, divê di vê pêvajoyê de mercên wî yên li Îmraliyê baştir bûna û mercên ku wî kariba bi serbestî bixebita bihatana misogerkirin.
Di vê rewşa ku em tê de ne de, her çi qasî hevdîtina bi malbatê çêbû jî, hîn em nikarin bêjin ku mercên tecrîdê hatine rakirin.
Di rastiyê de ev tiştekî ku wî bi xwe rasterast kiribe rojeva xwe nîne. Em jî naxwazin ku wiha were fêmkirin.
Birêz Ocalan ti carî nebûye aktorekî ku mercên xwe, rewşa xwe ya tenduristiyê, rewşên ku tê de ye derxistiye pêş.
Berevajî vê, behsa tenduristiya civakî, tenduristiya civakî û polîtîka gelê Kurd kir. Lê tiştekî heye ku divê hemû alî qebûl bikin.
Eger di vê mijarê de mirov bixwaze ber bi pêş ve biçe, divê mercên Birêz Ocalan, ku mixatebê sereke û danûstêner e, bên baştirkirin.
Berê jî ji me re wiha digot. Yanî we ez avêtime hewzeke vala.
"Divê em mijara mafê hêviyê nîqaş bikin"
Ez vê yekê wekî yek ji wan parêzerên ku di pêvajoya Osloyê de çû dibêjim. Ha we ez avêtime hewzeke vala, ji min re dibêjin avjeniyê bike lê di hewzê de av tune.
Ez ê çawa di hewzeke wiha de avejniyê bikim, ez ê çawa rola xwe bilîzim? Rast ji vê nuqteyê dest pê dikim, ha divê em mijara mafê hêviyê nîqaş bikin.
"Piştî 25 salan divê mercên Birêz Ocalan bên nirxandin"
Birêz Ocalan bi qasî 25 salan û zêdetir e di rewşa hukimdariyê de ye û li dawiya 25 salan divê mercên Birêz Ocalan werin nirxandin.
Ev mafekî navneteweyî ye, biryarek e ku ji aliyê dadgehên navneteweyî ve hatiye dayîn û destûra Tirkiyeyê jî destûreke wiha ye ku serdestiya peymanên navneteweyî û biryaran nas dike.
Ji vir û pê ve, yek ji wan gavên ewil ku divê bi lezgînî werin avêtin, baştirkirina mercên hiqûqî û siyasî yên Birêz Ocalan e. Ev kar hem aliyê wê yê hiqûqî heye û hem jî aliyê wê yê siyasî heye."
"Pêdiviya wî bi atmosfereke heye ku tê de dê karibê baştir kar bike"
Cengîz Çîçek got ku "Ocalan bi xwe di rojeva wî ew nîne ku dibêje ez dixwazim li vir bijîm, ez dixwazim li wir bijîm" û wiha domand:
"PKK dê kongreya xwe li dar bixe û tiştekî eşkere got. Divê em bi Birêz Ocalan re, bi rêberê xwe re pêvajoya kongreyê bi rê ve bibin.
Divê ew beşdarî pêvajoya kongreyê bibe. Ji bo ku pêvajoya kongreyê bi awayekî herî saxlem were organîzekirin, divê mercên Birêz Ocalan bên baştirkirin.
Lê eger hûn li ser vê meraq dikin, bila ez bi awayekî zelal bersivê bidim. Ocalan bi xwe rojeva wî ew nîne ku dibêje ez dixwazim li vir bijîm, ez dixwazim li wir bijîm.
Tenê pêdiviya wî bi atmosfereke heye ku tê de dê karibê baştirîn kar bike. Ji ber vê yekê min berê jî behs kir ku wî bi taybetî xwestineke taybet ji bo xwe nebûye.
Lê ji bo ku ev kar bi awayê siyasî, polîtîk û hiqûqî bi awayê herî baş were birêvebirin, divê mercên wî bên baştirkirin.
"Baştirkirina mercên Ocalan şert e"
Di demên berê de, ji ber vê yekê ev pêvajo bi pêş neket. Di pêvajoyên çareseriyê yên du carên dawî yên çareseriyê de ji ber vê yekê pêvajo bi pêş neket.
Hate îspatkirin ku bi pêş neket û di pêvajoya paşerojê de jî divê baştirkirina mercên Birêz Ocalan wekî yek ji şertên pêwîst ên ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêkê were dîtin.
Em vê ne tenê li gorî cihê ku em lê ne, li gorî wê cihê ku em lê disekinin dibêjin.
Yanî hemû çareseriyên pevçûnên wekî vê yekê, hemû mînakên wekî vê yekê yên li cîhanê di rastiyê de bi baştirkirina van mercan hatin misogerkirin.
Ji niha û pê ve jî ez texmîn dikim ku divê em naveroka gotina Pervîn xanimê, Perlamentera me Pervîn, ku got dê heta mehê Hezîran hin pêşketin çêbibin, divê em bi vî awayî dagirin.
Bêguman, em difikirin ku ji vê demê û pê ve her hevdîtinek ku were kirin, divê bi mercê avêtina gavên pratîk were kirin. Çimkî ew alî heta niha bi başî an xirabî bi hev re axivîn.
"Ma dê bi Wezîrê Dadê re hevdîtin çêbibe?"
Em difikirin ku wan hevdû fêm kiriye. Em difikirin ku ji vir û pê ve her hevdîtina di navbera aliyan de bi xwe divê bi armanca avêtina gaveke pratîk were kirin.
Yanî bi Wezîrê Dadê yê birêz re şandeya me berê jî gelek caran hevdîtin kir.
Ji vir û pê ve derbarê hevdîtina ku dê bi Wezîrê Dadê re were kirin de, bêguman hêvî û texmîna me ew e ku dê di rêya avakirina mercên qanûnî de be.
Rewşa berovajî vê yekê jî dê wiha derkeve, dê wêneyekî ku xwe ducare dike û bi rastî jî baweriyê nade raya giştî derkeve holê.
Ji ber vê yekê, mirov dikare hevdîtina ku dê bi Wezîrê Dadê re were kirin, wekî hevdîtineke ku dê tê de sernavên têkildarî pêkanîna rêkxistinên qanûnî yên pêwîst û di serî de mafê hêviyê werin vekirin binirxîne.
Yanî ne tenê mafê hêviyê, di heman demê de divê rêkxistinên qanûnî yên pêwîst jî derkevin.
Wekî mînak, misogerkirina ewlehiya qanûnî ya her yekî ji me ku ketine nav vê pêvajoyê, me rol girtiye, her aktorekî, derxistina qanûnên taybet û dibe ku yek ji mijarên ku divê herî pêşî were anîn jî ev e.
"Mafê hêviyê di vê demê de gaveke ku divê bi lezgînî were avêtin e"
Bêguman mafê hêviyê di vê demê de gaveke ku divê bi lezgînî were avêtin e.
Divê bi liberyçavgirtina rewşa hiqûqî ya Birêz Ocalan, rêkxistin were kirin.
Lê tiştekî din jî ku nabe em ji bîr bikin ev e û em vê li ser bingeha dersên ku me ji pêvajoyên berê yên çareseriyê derxistine dibêjin.
Divê komîsyoneke ku hikûmetê kiribe rayedar jî, ku tê de nûnerên hemû partiyên siyasî yên xwedî kom li parlamentoyê hene, hebe û bikeve dewrê.
Binêrin, em vê yekê gelek caran dikin. Em aliyekî ne. Em avahiyeke wiha ne ku bi dehsalan têkoşîn kiriye ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurdan, ji bo testkirina rastîn a gelê Kurd ji mafên wan re û em aliyekî ne.
Lê em pirsgirêka Kurdan bi têkoşîna demokratîkbûna Tirkiyeyê re bi hev re digirin dest.
Nîşaneya vê yekê ye ku heta ku standardên demokrasiyê li Tirkiyeyê pêş nekeve, heta ku qada maf û azadiyên demokratîk fireh nebe, aqilê bêçareseriyê di mijara Kurd de jî di kar de ye.
Bi heman awayî, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dê bibe yek ji rahêjokên bingehîn ên ku dê li Tirkiyeyê jî guherîna demokratîk pêk bîne.
Di rewşa ku wiha neçe, di rewşa ku tenê di navbera du aliyan de bimîne, em difikirin ku dê her ku diçe bêbaweriya civakê ya li hemberî vê pêvajoyê, ne tenê ya raya giştî ya Tirkiyeyê lê ya raya giştî ya Kurd jî li hemberî vê pêvajoyê zêde bibe.
Ji ber vê yekê divê ev pêvajo bi awayekî gelekî zelal û beşdariya giştî were birêvebirin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse