SIRÛC - Cotkaran dest bi kesixandina darên hinaran kir: ‘Wanî rind dibe’

13-04-2025
Mihemed Emîn Demir
Cotkarek dareke hinaran dikesixîne / Wêne: Ji ber dîmenan
Cotkarek dareke hinaran dikesixîne / Wêne: Ji ber dîmenan
Nîşan Sirûc Hinar Kesixandin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi hatina biharê re li navçeya Sirûcê ya Rihayê kesixandina darên hinaran dest pê kiriye.

Li Sirûca ku navendeke girîng a hilberîna hinaren e xwediyên baxçeyan her sal mehên biharê darên xwe dikesixînin da ku dar bihêztir bibin û payîzê zêdetir berhem bidin.

Cotkar Îbrahim Akkuş anî ziman:

“Hinar mezin dibe wiha. Em li kêlekan qut dikin.

Ji bo hinar mezin bibin divê tu li wan binêrî.”

Ji bo ku dar zererê nebînin divê kesixandin di vê demsalê de ji aliyê kesên pispor ve were kirin.

Cotkar Kemal Kivik jî anî ziman:

“Divê çiqlên teze werin qutkirin heger na darên we mezin nabin.

Her bihar divê hûn van qut bikin, wanî rind dibe.

Ew çiql vîtamîna darê hemû dibin.”

Li navçeya Sirûcê salane nêzîkî 300 hezar ton hinar tên hilberandin.

Hinarên Sirûcê yên xwedî tam û aromaya taybet ji bilî bazara navxwe ji derveyî welêt re jî tên hinardekirin.

Hinarê Sirûcê ji ber taybetmediya xwe sala 2023yan ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve li ser navê Sirûcê hat tomarkirin û belgeya berhemê erdnîgariyê wergirt.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst