Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Erdexan û Qersê yên Bakurê Kurdistanê, berf dibare û hatûçûna di navbera her du parêzgehan de zehmet bûye.
Li Erdexan û Qersê ji roja îniyê ve dem bi dem berf dibare û erd spî bûye.
Li her du parêzgehan ji ber berfê di trafîkê de pirsgirêk rûdidin.
Tîmên Rêveberiya Herêmê ya Rêyên Bejahî li ser xebatên paqijkirina rêyan berdewam dikin.
Li navçeya Sarîqamîşê ya Qersê bilindahiya berfê gihiştiye 20 santîmetreyan.
Her wiha di navbera Qers û Erdexanê de çûnûhatina otomobîl û barhilgiran gelekî zehmet bûye û gelek barhilgir asê mane.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse