Hewlêr (Rûdaw) - Şirketa Rams Globalê ragihand ku ew dê ji bo merasîma vekirina projeya Pavilion By Ramsê stêrkan bînin Hewlêrê ku yek ji wan stêrkan hunermend Ciwan Haco ye.
Projeya Pavilion By Ramsê ya ku ji aliyê şirketa Rams Globalê ve tê çêkirin, amadekariya merasîmeke mezin a vekirinê dike.
Pavilion By Ramsê 5ê Nîsanê konferanseke rojnamegeriyê ji bo lîstikvanê navdar Burak Ozçîvîtê ku rûyê reklamê yê projeyê ya li dar xistibû, vê carê jî dê merasîmeke mezin a vekirina li dar bixe.
Merasîm ku dê gelek berpirsên payebilind ên hikûmetê tê de beşdar bibin, dê du rojan bidome û 17ê mehê dest pê bike.
Di roja yekem de dê Nancy Ajrama hunermenda navdar a Libnanê, Anadolu Ateşî ku yek ji komên dansê yên herî mezin ê Tirkiyeyê ye, li gel hunermendê navdar Ciwan Haco konsêr û nîşandan werin kirin.
Her wiha dê Burak Ozçîvît careke din were Hewlêrê û bibe “mêvanê şerefê” yê merasîmê.
Di roja duyem a merasîmê de, hunermendên navdar Çopî Fetah, Delîl Dîlanar û Koma Kamkaran dê derkevin ser dikê û konsereke taybet ji bo xelkê Hewlêrê li dar bixin.
Merasîm dê li navenda serekî ya Pavilion By Ramsê were lidarxistin û bi rêya çend nîşandanên cuda dê şahiyeke mezin ji bo beşdaran were amadekirin.
Di merasîmê de dê di asta bilind de berpirsên hikûmetê beşdar bibin.
Pavilion By Rams
Projeya Pavilion By Ramsê milyonek û 800 hezar metre çargoşe ye û 300 hezar metre çargoşe ye Rams Global dixwaze şopa xwe li wir bihêle.
Di nava Projeya Pavilion By Ramsê de, ji bilî vîlayên şahane, apartman, navendên dan û standinê, pirtûkxane, dibistan û şano û dê navenda herî mezin a werzişê ya Rojhilata Navîn werin avakirin.
Ji bilî vê yekê dê di nava projeyê de herêmeke kesk a bi rûberê 300 hezar metre çargoşeyî were amadekirin ku ev jî dê alîkar be ji bo kêmkirina pîsbûna hewayê.
Projeya Pavilion By Ramsê ku Burak Ozçîvît rûyê wê yê reklamê ye, di gelek gavên cuda de bêhempa ye.
Divê were gotin ku dema ku 5ê Nîsanê Burak Ozçîvît wekî rûyê reklamê hat Hewlêrê li rastî gelek bertekan hat.
17ê Nîsanê: Nancy Ajram, Ciwan Haco, Burak Ozçîvît û Koma Anadolu Ateşiyê.
18ê Nîsanê: Çopî Fetah, Delîl Dîlanar, Koma Kamkaran.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse