Mitînga Aştî ji bo Azadiyê: ‘Divê êdî wekhevî û aşitî hebe’

08-02-2025
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Mitînga Aştî ji bo Azadiyê ya li Amedê / Wêne: Rûdaw
Mitînga Aştî ji bo Azadiyê ya li Amedê / Wêne: Rûdaw
Nîşan DEM Partî Tuncer Bakirhan Amed Mitînga Aştî Ji Bo Azadiyê Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Xelkê tevli mıtinga “Aştî ji bo Azadiyê” ya DEM Partiyê ya li Amedê bû got ku divê êdî wekhevî û aştî hebe.

DEM Partiyê ji bo piştgiriya pêvajoya aştiyê ya ku nû dest pê kiriye li Amedê mitîngeke girseyî li dar xist.

Endam, alîgir û parlamenterên DEM Partiyê nûnerên saziyên sivîl, Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê, siyasetmedarên DBPyê  îro li Qada Îstasyonê ya Amedê kom bûn.

Di mitîngê de hem kelecan û coşa aştiyeke pêkan û hem jî tirs û xofa xapandinê hebû.

DEM Partî van rojan li bajarên cuda mitîng û civînan li dar dixe û li gorî bernameya partiyê, dê li 51 bajaran ev mitîng bên lidarxistin.

Nûçegihanê Rûdawê Maşallah Dekak li mitîngê bû û li ser mitîngê raporek amade kir.

Çar rêyên sereke yên ku derdikevin qada mitîngê hatine girtin.

Tevgera ber bi qadê ve ji her çar aliyan bajêr berdewam dike. Bi taybetî jî jin bi girsyî tevlî mitîngê bûn.

Berî destpêka mitîngê li gel muzîk û stranên Kurdî govend hatin gerandin.

Çavên hemû beşdaran li benda Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bû ku dê peyama Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan bi girseyê parve bikira.

“Ocalan dixwaze Kurd bi azadî bi zimanê xwe biaxivin”

Axaftina Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di mitîngê de got:

"Birêz Ocalan dixwaze Tirkiye demokratîk be. Birêz Ocalan dixwaze Kurd bi azadî bi zimanê xwe biaxivin û perwerdehiya xwe bibînin.

Birêz Ocalan dixwaze vîna ku gelê Kurd hilbijartiye bi qeyûman neyê xespkirin.

Birêz Ocalan dixwaze Amed ji aliyê vîna Amedê ve bê birêvebirin."

Li qadê hem kelecan û coşa aştiyeke pêkan û hem jî metirsiya xapandinê heye. Li aliyekî coş û peroşa xelkê û li aliyê din jî tirs ketiye dilê wan ku careke din pêvajo têk biçe.

“Xwezî ev mitîng bûbûya mitîna azadî û aştiyê”

Jineke ku tevlî mitîngê bûbû ji Rûdawê re got, "Xwezî ev mitîng bûbûya mitînga azadî û aştiyê.

Azadiya welatê Kurdistanê. Em hemû bi hev re azad bûbana. Em li mala xwe bi rihetî bijiyana. Em ne bawer in. Em ji vî welatî ne bawer in qurban."

Beşdarê mitîngê yê bi navê Ahmet Yelî jî got:

"Li aliyekî destê aştiyê dirêj dike lê li aliyê din şaredarên Kurdan bindest dike û qeyûman datîne ser wan.

Ev ne aştiyeke rastîn e. Ev aştiyeke çewt e. Eger aştiyek çêbibe, divê aştiyeke wekhev be."

“Divê wekhevî hebe”

Beşdarê mitîngê yê bi navê Necmettîn jî wiha axivî:

"Mafê me divê wekî hev be, zimanê me divê wekî hev be. Em wiha dizanin.

Şer çareser nake, bi şer û pevçûnê çareserî nabe. Bi aştî û biratiyê çareserî dibe."

Piştî peyaman koma muzîkê ya ku ji Êlihê hatibû, bi stranên xwe qad germ kirin. Govend, dîlan û lîlandin ji qada mitîngê kêm nebûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst