Bakirhan: Em dê nexşerêya xwe diyar bikin

02-03-2025
RÛDAW
Nîşan Tuncer Bakirhan DEM Partî Banga Ocalan Abdullah Ocalan PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li ser banga Ocalan got, "Serdema nû jî wê bibe serdema guherîn û veguhertinê û em dê nexşerêya li pêşiya xwe diyar bikin."

Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan 27ê Sibatê xwestibû ku PKK fesix bike û çekan deyne.

Li aliyê  Komîteya Birêvebir a PKKyê jî 1ê Adarê li ser banga Ocalan daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ew dê pêbendî banga Ocalan bibin û li gorî pêwîstiyên wê tevbigerin.

Piştî banga Ocalan Lijne û rayedarên Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) biryar da ku kom bibin.

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan beriya civîna Hevserokên Bajaran û Meclisa Partiyê axivî.

Tuncer Bakirhan bal kişand ser banga Ocalan û got:

"Banga nûsazkirin û veguherandinê kir. Bangek bû ku hewce ye pêvajo di zemineke demokratîk de bi amûr û navgînên nû bi pêş bikeve. Girîng bû.

Bangeke ku ji zemîna pevçûnan a 50 salan derdikeve û radigihîne ku pirsgirêk di zemîna demokratîk de bi rêya diyalog û danûstandinê werin çareserkirin, girîng û erênî bû.

Ji dema ku bang hat kirin, hem ji aliyê raya giştî ya neteweyî û navneteweyî ve hat şopandin.

Li herêma me ya ku pevçûn lê hene nîşandana pêvajoyeke bê pevçûn, bê tundî û bê şer pir bi qîmet û bi nirx e.

"Serdema nû dê bibr serdema guherîn û veguherînê"

Bakrihan diyar kir ku ew vê bangê pir watedar dibînin û wiha anî zimên:

"Me jî bi awayekî mezin nirx û qîmet da vê bangê. Navê bangê jî gelekî girîng bû. Di sernavê de navê wê zêdetir ji naveroka wê tişt digotin.

Sernav 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' bû. Piştî vê bangê em jî civîna xwe ya yekem pêk tînin.

Ji ber ku bang di heman demê de ne tenê li pêş desthilatê guherîn û veguherînê datîne, di heman demê de li pêş partiyên siyasî, me û li pêş hemûyan datîne.

Serdema nû di heman demê de dê serdema guherîn û veguherînê be.

Em dê îro bi Lijneya me ya Birêvebir guherîn, veguherîn û nexşerêya pêşiya xwe nîqaş bikin û diyar bikin."

"Astengkirina vê pêvajoyê dê xirabîkirina herî mezin be”

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di berdewama axaftina xwe de wiha got:

Ji bo ku bang bibe gaveke berbiçav, verastkirinên siyasî û hiqûqî mecbûrî ne. Divê demildest werin pêkanîn û neyên paşxistin.

Hêvîdar im rojên pêş de Parlamento dê bipêşketinekê çêbike û verastkirinan li gorî vê bangê pêk bîne.

Me her tim digot divê çîrokeke nû hebe. Astengkirina vê pêvajoyê dê xirabîkirina herî mezin be li gelên Tirkiyeyê.

Bangeke ku paşeroja hevpar a gelan esas digire, divê tê pîrozkirin û miro kelecanî dike.

Ev ne pêvajoyeke ku were hebakirin, divê li ser kaxezan nemîne. Bang ne banga têkbirinê ye an jî bindestkirinê ye.

Ti kes têk naçe an jî bindest nabe. Divê mirov vê ji vê derê derxe û bifikire ku dê welat qezenc bike.

Divê mirov çareseriyê wekî xêra Kurdan an jî şerma li Tirkan nebîne.

"Em gotinên Bahçelî bi qîmet dibînin"

Rêzdar Ocalan banga xwe kir. Baş e, desthilat, dewlet dê çi bike, projeyên wan ên çareseriyê çi ne? Ev pirs li holê ye.

Di vê mijarê de jî hêviya civakê û me heye. Niha bersiv di destê desthilatê û dewletê de ye.

Eger ne pêvajoyeke xapandinê be, divê ew zimana ku bi şêweyeke tradîsyonel ji bo mixatabên xwe tê bikaranîn were guherîn.

Gotinên Bahçelî yên ku doh ragihandinr, 'Em dê nehêlin bang were şewitandin', em bi qîmet dibînin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst