Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê bi germî bokserê şampiyon ê Kurd Agit Kabayel pêşwazî kir û ew pîroz kir.
Serok Mesûd Barzanî îro li Baregeha Barzanî ya li Pîrmamê bokserê Kurd û şampiyonê Konseya Boksê ya Cîhanê (WBC) Agit Kabayel re rûnişt.
Agit Kabayel li Riyada paytexta Erebistana Siûdî hevrikê xwe yê Çînî têk bir û bû şampiyonê Konseya Boksê ya Cîhanê (WBC).
Baregeha Barzanî li ser hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Baregeha Barzanî da zanîn ku Serok Barzanî destxweşî û pîrozbahî li Agit Kabayel kiriye ku wî şampiyoniya kategoriya herî giran WBCyê bi dest xistiye.
Serok Barzanî piştgiriya xwe ji Agit Kabayel re nîşan da û hêviya serkeftinên zêdetir jê re xwest.
Agit Kabayel jî kêfxweşiya xwe ya ji bo dîtina Serok Barzanî anî ziman û spasiya piştgiriya Serok Barzanî kir.
Kabayel xelat û kemera xwe ya şampiyoniyê jî wekî rêzgirtin pêşkêşî Serok Barzanî kir.
Serok Mesûd Barzanî boksorê Kurd Agit Kabayel pêşwazî kir
— RudawKurdi (@RudawKurdi) April 17, 2025
🥊 Agit Kabayel şampiyonê Konseya Boksê ya Cîhanê (WBC) ye#AgitKabayel #Barzanî pic.twitter.com/FIIhFCd9x1
Agit Kabayel berî çend rojan hatibû Başûrê Kurdistanê û maça dawî ya Kupaya Kendavê temaşe kiribû ku tîma futbolê ya Dihokê, tîma Qadsiyeya Kuweytê 2-1 têk bir û bû şampiyon.
Agit Kabayel 15ê Nîsanê jî ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hatibû pêşwazîkirin.
Serok Mesûd Barzanî îro tîma futbolê ya Dihokê jî qebûl kir û rahênerê tîmê Mesûd Mîral kupaya şampiyoniyê pêşkêşî wî kir.
#VÎDEO - Tîma futbolê ya Dihokê piştî bû Şampiyonê Kluban ê Kendavê çû serdana Serok Mesûd Barzanî
— RudawKurdi (@RudawKurdi) April 17, 2025
Rahênerê Nisêbînî Mesûd Mîral kupa pêşkêşî Serok Barzanî kir
⚽️ ❛Hûn dikarin ji siyasetê baştir doza gelê xwe bidin naskirin❜#Dihok #Barzanî pic.twitter.com/7thbDaQroT
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse