Mihemed Emîn Pênciwênî: Fobiya Sirri Sureyya Onder a balafiran heye

17-04-2025
RÛDAW
Nîşan Mihemed Emîn Pênciwênî Sirri Sureyya Onder Fobiya Balafiran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Cîgirê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Sirri Sureyya Onder krîza dil lê da û li nexweşxaneyê tê razandin.

Berê nexweşiya dil bi Sirri Sureyya Onder re hebû û ji bûyerekê bi nexweşiyê ketibû.

Bi Sirri Sureyya Onder re fobiya balafiran hebû.

Siyasetmedarê Kurd û hevalê Sirri Sureyya Onder, Mihemed Emîn Pênciwênî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:

“Berî salan, Onder bi balafirekê geşt kiriye lê di nîvê rêyê de balafir têk diçe û dikeve.

Di wê bûyerê de hemû rêwî dimirin, ji bilî Sirri Sureyya Onder.”

Mihemed Emîn Pênciwênî da zanîn ku piştî bûyerê Onder bi nexweşiya dil û fobiya balafiran ketiye.

Pêncwênî behsa wê yekê kir ku çawa zaniye fobiya balafiran bi Onder re heye û got:

“Çend sal berê şandeyeke Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) hatin serdana Silêmaniyê lê Onder piştî çend saetan gihişt.

Dema min sedema derengmayînê pirsî, got fobiya balafiran bi min re heye û hemû geştên xwe bi otomobîlê dikim.”

Mihemed Emîn Pênciwênî li ser tenduristiya Sirri Sureyya Onder jî anî ziman:

“Saet 16:00an ez bi berpirsên DEM Partiyê re axivîn, wan got tenduristiya wî baş e û ji metirsiyê derketiye.”

Nexweşiya Sirri Sureyya Onder çi ye?

Rektora Zanîngeha Zanistê ya Demirogluyê Prof. Dr. Çavlan Çîftçiyê diyar kir, Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onde bersivê baş dide hişyariya ku wî diêşîne û dengan dibihîze lê ji bo pêvajoya tedawiyê pêwîstî bi demeke dirêj heye.

Pêr bi şev krîza dil li endamê Heyeta Îmraliyê û Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Sirri Sureyya Onder da.

Onder Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê ya Stenbolê hat emeliyatkirin.

Prof. Dr. Çavlan Çîftçiyê li ser rewşa tenduristiyê ya Onderê ku tedawiya wî di beşa nexweşên giran de dewam dike, li pêşiya nexweşxaneyê daxuyanî da.

Çîftçiyê diyar kir ku rewşa giştî ya Onder, îro li gorî duh pir baş e û wiha dewam kir:

"Nexweşê me bersivê baş dide hişyariya ku wî diêşîne. Dengan dibihîze û hin bertekên ku li gorî me watedar in jî nîşan dide.

Ev ji bo me gelekî erênî ye. Lê ji ber ku nexweşê me bi cîhazê ECMOyê ve ye, em nikarin ji bo rewşa wî ya norolojîk tiştekî bibêjin.

Demeke dirêj ji me re lazim e lê li gorî me wê baş bibe. Metirsiya wî hîn jî dewam dike.

Heta ku îhtimala girtina enfeksiyonê hebe, her dem metirsiya nexweşekî beşa nexweşên giran jî dewam dike û ev rîska me ji bo Onder jî pir zêde ye."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst