HISÎÇA - Ev 6 sal in krîza avê heye

18-04-2025
Loloxan
Nîşan Hisîça Bêavî Ava Elokê Tirkiye Komên Çekdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê ev 6 sal in ku krîza avê heye.

Ji ber ku Tirkiye û komên çekdar ava Santrala Elokê ya li Serê Kaniyê qut dikin Hisîça bê av dimîne.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer adara borî ji bo normalkirina rewşê peymanek îmze kiribû.

Çavkaniyên ji Hisîçayê ji Rûdawê re da zanîn, her çi qasî ev peyman hebe jî pirsgirêka avê berdewam dike çimkî ava bajêr ji Santrala Elokê tê qutkirin.

Şêniyên bajêr dixwazin ev pirsgirêk di dema herî nêzîk de çareser bibe û peymaneke wekî ya li ser taxên Kurdan ên Helebê ji bo ava Elokê jî were îmzekirin.

Piştî ku Tirkiyeyê û kom û komikên çekdar Çiriya Pêşîn a 2019a bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê dagir kir wan ava Elokê ji ser Hisîça û derdorê qut kir.

Heta niha jî ava Elokê li dijî HSD û Rêveberiya Xweser wekî karteke siyasî tê bikaranîn.

Ev 6 sal in ku bêavî bandorê li milyonek kesî dike û serê malê rojane 5 bermîl av bi 35 hezar lîreyên Sûrî ji tankeran dikire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst