Dîplomatê Amerîkî: Kurdên Sûriyeyê serxwebûnê naxwazin

17-04-2025
RÛDAW
Nîşan Kurd Rojavayê Kurdistanê Peter Galbraith Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê Amerîkayê yê berê Peter Galbraith got ku Kurdên Sûriyeyê serxwebûnê naxwazin, lê ew dixwazin bibin beşek ji Sûriyeyê.

Di roja duyem a 9emîn Foruma Silêmaniyê de ku li Zanîngeha Amerîkî ya Silêmaniyê tê lidarxistin, bi beşdariya gelek kesayetiyên xwecihî û navneteweyî nîqaşên girîng hatin kirin.

Di çarçoveya forumê de, paneleke bi navê "Bakurrojhilatê Sûriyeyê û Bandorên wê yên li ser Herêmê" hat lidarxistin.

Di panelê de, Balyozê Amerîkayê yê Xirvatistanê yê berê û Alîkarê Sekreterê Giştî yê NYyê Peter Galbraith, Wezîrê Karên Derve yê Îraqê yê berê û Endamê Polîtburoya PDKyê Hoşyar Zêbarî, Berpirsa Têkiliyên Derve yên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmed wek axêver beşdar bûn.

"Vekişîna Amerîkayê zehmet e"

Peter Galbraith diyar kir ku îhtimala vekişîna hêzên Amerîkayê yên ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ne mimkun e.

Dîplomatê Amerîkî got, "Bawerkirin zehmet e ku Donald Trump dixwaze li Sûriyeyê cih bide rêxistineke ku di demên dawî de bi DAIŞê û El Qaîdeyê re têkiliyên wê hene."

Galbraith bal kişand ser cudahiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de û got ku Kurdan li Îraqê her tim doza dewleteke serbixwe kiriyhe, lê li Rojavayê Kurdistanê Kurd tercîh dikin ku beşek ji Sûriyeyê bin.

Peter Galbraith diyar kir, "Her Kurdê Îraqî ku ez pê re axivî me, diyar kiriye ku ew serxwebûnê dixwazin.

Lê min şahidî nekiriye ku ti Kurdekî Sûriyeyê daxwazeke bi vî rengî kiribe. Ew dixwazin beşek ji Sûriyeyê bin. Ev cudahiyeke gelekî girîng e."

Galbraith destnîşan kir ku serkeftina Herêma Kurdistanê bi yekîtiyê girêda û got, "Kurd li vir, bi taybetî di salên 2003, 2004 û 2005an de, di demên hestiyar de bûn yek."

Galbraith her wiha ragihand ku li Rojavayê Kurdistanê bicihnekirina yekîtiya siyasî ya di navbera ENKS û PYDyê de pirsgirêkeke cidî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst