Tuncer Bakirhan: Abdullah Ocalan nexşerêya azadî û aştiyê amade dike

08-02-2025
RÛDAW
Nîşan Tuncer Bakirhan DEM Partî Amed Abdullah Ocalan Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Amedê diyar kir ku Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan nexşeriyêa azadî û aştiyê amade dike.

DEM Partiyê îro li Amedê bi navê "Ji bo Aştiyê Azadî" mitînga xwe ya duyem li dar xist.

DEM Partî van rojan li bajarên cuda mitîng û civînan lidar dixe û li gorî bernameya partiyê, dê li 51 bajaran ev mitîng bên lidarxistin.

Endam, alîgir parlamenterên DEM Partiyê îro jî li Qada Îstasyonê ya Amedê kom bûn.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di mitîngê de axivî û behsa rojeva Tirkiyeyê kir.

Hevserokê DEM Partiyê di mitîngê de amaje bi peyama Ocalan jî kir û axivî:

“Em îro di qonaxeke wisa de ne ku rejîmên tekparêz, mezhebî û otorîter yek bi yek têk diçin.

Li Rojhilata Navîna ku krîz û alozî lê zêde ne, girîngtirîn tişt ew e ku mirov xwedî dîtineke berfireh be û cudahiyan qebûl bike.

Divê hemû nasname û bawerî bi taybetmendiyên xwe li ser bingeha wekheviyê bijîn.

Birêz Ocalan vê yekê dike. Dixwaze gelê Amedê azad be û qeyûm lê neyên sepandin.

Ji bo ku koçerên Sêrtê bikaribin bi nasnameya xwe bijîn, Ocalan nexşerêya azadiyê amade dike.

Ew nexşerêya aştiyê amade dike û ji bo jiyaneke azad gavên xwe diavêje.

Ne tenê ji bo Kurdan, belkî ji bo hemû gelên ku li Tirkiyeyê dijîn vê nexşerêyê amade dike.

Ocalan dixwaze Kurd azad bin û bikaribin bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivin.

Ew dibêje êdî nabe ku qeyûm li ser îradeya Kurdan werin sepandin.”

“Li Tirkiyeyê çareserî li Rojava şer nabe”

Tuncer Bakirhan behsa şerê li Rojavayê Kurdistanê jî kir û wiha got:

Desthilata heyî li vir behsa çareseriyê dike û dibêje em dê êrişî Rojavayê bikin.

 Li Tirkiyeyê çareserî û li Rojavayê jî şer nabe. Li Tirkiyeyê nîqaşên aştiyê û li Rojavayê planên şer nabe.

Eger li Tirkiyeyê dê aştî çêbibe divê Rojava jî di nav vê de be.

Eger li Tirkiyeyê dê aramî hebe, divê Tirkiye li Sûriyeyê ne xerabker be lê avaker be ji bo ku rejîmeke wisa çêbibe ku Kurd, Elewî û gelên din bi biratî û wekhevî tê de bijîn.

Divê Tirkiye li şûna ku yekrengiya xwe bişîne Sûriyeyê û Sûriyeyê wekî Komara Ereban bibîne, demokrasiyê bişîne.

Divê bibêje Sûriyeya Demokratîk. Divê bibe alîkar ku Sûriye bigihîje astekê ku hemû gel û baweriyên xwe bihewîne.

Destûrê bidin ku Ocalan bi gelê Amedê re bicive, destûrê bidin ku gelê Amedê bi Ocalan re bicive.

Bi lezgînî reforman pêk bînin ku Ocalan bi civakê re û civak bi Ocalan re bicive.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst