Colemêrg (Rûdaw) - Li Taxa Pîrodanê ya parêzgeha Colemêrgê, jineke 55 salî bi navê Feleknaz Keskîn ji 10ê vê mehê winda bûye heta niha nehatiye dîtin.
Xebatên ji bo dîtina Feleknaz Keskînê li Çemê Qatramasê û derdora wê berdewam dikin û heta niha nehatiye dîtin.
Tîmên AFADê yên Sêrtê û tîmên bin avê yên Birêveberiya Ewlehiyê ya Wanê jî çûne Colemêrgê û piştgiriya xebatên lêgerînê dikin.
Zêdetirî 100 endamên tîmên lêgerîn û rizgarkirinê ji roja 10ê mehê heta niha li devrûberê çemê Qetremasê û li Fekeknaz Keskînê digerin.
Berpirsên parêzgeha Colemergê jî hişyarî didin xelkî ku neçin ser devê çeman û ji ber bilindbûna vê hişyar bin.
"Guman tê kirin ku ketibe çem"
Muxtarê Taxa Pîrodanê Abdulvahap Atiman got, "Beriya niha dayikeke me di vî çemî de ketiye avê.
Şuphe jî ka ketiye avê yan na lê em niha guman dikin ku ketibe vî çemî. Çemên me ava wan bilind bûye.
Av boş bûne, daxwaza me ji xelkê me ye bil ali ser devê çeman sefrê ( Piknîk ) nekin û hişyar bikin."
Li parêzgeha Colemergê gelek caran zarok û hindek caran jî kesên danemir û bi taybetî jî di werzê biharê de di dema rabûna çeman de dikevine avê û dimirin.
Piraniya bûyeran jî li derdora çemê Qetremasê, Pira Pîrodanê, Pira Êrîsan û deravên Çemê Zê rû didin.
Serokê Jora Bazirganî ya Colemêrgê Îsmaîl Akboga wiha anî ziman:
"Bangawaziya me ji bo gelê me ye, di dema baranê de avên geliyên me zêde dibin av radibin, şertên me jî giran in."
Li gorî agahiyên Rûdawê, Feleknaz Keskîn bi tena serê xwe li malê dijî û zilamê wê Îbrahîm Keskin jî di 60 saliya xwe 26ê Nîsana borî di heman çemî de xeniqî ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse