Bakirhan: Peyama Ocalan dê li gorî ruhê Çanakkaleyê be

09-02-2025
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Tuncer Bakirhan Abdullah Ocalan Peyam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ragihand ku hemû kes peyama Abdullah Ocalan mereq dike û got, “Peyama birêz Abdullah Ocalan dê li gorî ruhê Çanakkaleyê be.”

DEM Partiyê Bajarokê Kepezê ya Çanakkaleyê civîna “Nan Edalet û Aştiyê” li dar xist.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û gelek berpirsên partiyê beşdarî civînê bûn.

Tuncer Bakirhan di axaftina xwe ya li wê derê de amaje pê kir ku ji 1ê Çiriya Pêşîn a 2024an û vir ve bi dirêjkirina destê Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî pêvajoyeke nû dest pê kiriye.

"Pêvajoya nîqaşê"

Bakirhan diyar kir ku ew vê mijarê ku li Tirkiyeyê bûye rojev, wekî "pêvajoya nîqaşê" bi nav dikin û anî ziman ku ew ji dil û can dixwazin ev pêvajo bibe "pêvajoyeke aştî û çareseriyê".

Bakirhan derbarê vê yekê wiha got:

“Ji 1ê Çiriya Pêşîn a 2024an ve li Tirkiyeyê nîqaşek heye. Gelek nav lê tên kirin lê em jê re dibêjin pêvajoya nîqaşan.

Ji ber ku hîn ne diyare ka dê derbasî pêvajoya aştiyê bibe yan na. Dema qeyûm tên tayînkirin, dema zilm li gel tê kirin em nikarin jê re bibêjin pêvajoya aştiyê.”

"Em destê xwe dirêj dikin"

Tuncer Bakirhan wiha got:

"Em dilsoz in û di wî destê ku em dirêj dikin di ti siyaset nîne, ti durûtî nîne, ti derew nîne.

Eger ev dest destekî digire, bi hemû dilsoziya xwe, bi hemû zelalbûna xwe, bi hemû baweriya xwe digire çimkî nasnameya me û kevneşopiya me dibêje 'ji kesê ku tu destê xwe dirêj dikiyê re xiyanet neke, eger tu destê xwe dirêj dikî bi dilsozî dirêj bike, eger tu naxwazî dirêj bikî destê xwe bikişîne.'

Me destê xwe dirêj kiriye, em destê xwe dirêj dikin lê em dixwazin ên li hemberî me jî dilsoz bin."

“Pirsgirêka bingehîn pirsgirêka nan, edalet û aştiyê ye”

 Bakirhan tekez kir ku pirsgirêka sereke ya welêt nan, edalet û aştî ye û got:

“Kesên daxwaza mafên xwe dikin tên derbkirin, doz lê tên vekirin û tên girtin. 50 milyon kes di sînorê birçîtiyê de dijîn. 30 milyon kes nekarin di zivistanê de mala xwe germ bikin. Lê li gorî rêvebiran, welat mîna gulistanê ye.”

“Di peyama Ocalan de dê ruhê Çanakkaleyê hebe”

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê her wiha amaje bi wê yekê kir ku raya giştî mereqa peyama Rêberê PKKyê Abdullah Ocaln bide dike.

Bakirhan li ser vê mijarê jî wiha got:

“Gelo dê birêz Ocalan bang bike yan na, dê çi bangî bike? Em ne li cem birêz Ocalan in lê dê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurdan a bi rêyên demokratîk bangekî girîng bike.

Ez bi kurtasî wiha bibêjim, peyama birêz Ocalan dê li gorî ruhê Çanakkaleyê be, dê di peyamên wî de ruhê Çanakkaleyê hebe.

Ez bangî her kesî dikim ku xwedî li vê bangawaziyê derkevin. Dixwazim hûn piştgiriyê bidin vê pêvajoyê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst