Destûr hat dayîn: Kolber dikarin 87 cure kel û pelan hawirde bikin

17-04-2025
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Kolber Destûr Parêzgeha Urmiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi biryara Lijneya Rêxistina Bazirganiyê ya Sînorî ya Parêzgeha Urmiyeyê, 87 cureyên kel û pelan hatin destnîşankirin ku destûr tê dayîn ji aliyê kolberan ve bên hawerdekirin.

Lijneya Rêxistina Bazirganiyê ya Sînorî ya Parêzgeha Urmiyeyê bi amadebûna Parêzgarê Urmiyeyê Reza Rehmanî civiya.

Di civînê de dayîna destûra fermî ji bo hawerdekirina kel û pelan ji aliyê kolberan ve hat gotûbêjkirin.

Parêzgarê Urmiyeyê Reza Rehmanî ragihand, biryar hatiye dayîn li cihên ku ji bo vê yekê hatine diyarkirin ji bo 87 cure kel û pelan destûr hatiye dayîn ku ji aliyê kolberan ve dikarin bên hawirdekirin.

Di meha Çiriya Pêşîn a 2024an de, bi biryara hikûmeta Îranê, çend herêmên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê ji bo hawerdekirina kel û pelan ji aliyê kolberan ve hatin destnîşankirin.

Biryar herêmên Serdeşt, Mirawe û Pîranşarê yên parêzgeha Urmiyeyê digire nav xwe.

Bi gotina Parêzgarê Urmiyeyê, beşek ji wan kel û pelên ku di sektorên cuda de peyda nabin, dikarin bi rêya kolberiyê bên dabînkirin.

Reza Rehmanî dibêje, bikaranîna ji şiyanên sînor û kolberan, bandoreke berbiçav li ser bipêşketina aboriya herêmê dike.

Rehmanî got jî, perçeyên yedek ên otomobîlan, amûrên elektrîkê, kel û pelên malê, xwarin û gelek eşyayên din ji wan tiştan e ku bi biryara Lijneya Rêxistina Bazirganiyê ya Sînorî ya Parêzgehê, destûr tê dayîn ji aliyê kolberên herêmê ve bên hawirdekirin.

Parêzgarê Urmiyeyê eşkere kir, pêwîst e çendîn navendên bazirganiyê li sînorên parêzgehê ji bo kel û pelên hawerdekirî bi rêya kolberiyê bên vekirin, da ku xelkê parêzgehên din bikaribin gera xwe bikin ji bo kirîna eşyayên pêwîst.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst