Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina krîza avê ya Hesekê planek amade kiriye

06-07-2023
RÛDAW
Nîşan Heseke Rojava Rêveberiya Xweser Krîza Avê li Hesekê Krîza Avê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina pirsgirêka avê ya Hesekê planek amade kiriye ku li gor planê dê pêwîstiya Hesekê bi ava wêstegeha Ellok nemîne.

Hevserokê Komîteya Şaredariyan li Hesekê Rustem Bekir ragihandiye, Rêveberiya Xweser dixwaze bêyî wêstgeha Ellok ava bajarê Hesekê û derdora wê dabîn bike.

Rustem Bekir daye xuyakirin, ew plan dikin ku ji bajarê Amûdê avê bibin Hesekê.

Derbarê wê plana Rêveberiya Xweser de Rustem Bekir got, Wan projeya birina avê ji Amûdê bo Hesekê temam kiriye û proje ji bo Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser şandine ji bo ku bê pejrandin û dest bi xebatên cîbicîkirina wê bê kirin.

Hevserokê Komîteya Şaredariyan li Hesekê diyar kir, eger keresteyên cîbicîkirina projeyê bên peydakirin, dê ew proje di 9 mehan de were pêkanîn.

Rustem Bekir destnîşan kir, hêj ew proje neketiye warê cîbicîkirinê û ew li hêviya pesendkirina projeyê ji aliyê Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser in.

Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê pirsgirêka nebûna avê bûye krîzeke mezin. Rêveberiya Xweser ji ber wê rewşê Heseke weke “navçeya karesatê” ragihandiye.

Bi sedema krîza avê, li Hesekê zehmetî, astengî û alozî derdikevine holê. Ava vexwarinê û şûştinê peyda nabe û êdî rewşeke gelekî zehmet peyda bûye.

Ji Cotmeha 2019yan ve ew 40 car in, hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên alîgirên wê, ava Wêstgeha Ellok ji ser wan dibirrin.

Di sala 2019an de Tirkiyê di bin navê Operasyona Kaniya Aştiyê êrîşî Rojavayê Kurdistanê kir û her du bajarên Serê Kaniyê û Girê Spî tevî dehan gundên ser bi wan bajaran ve ji kontrola hêzên HSDê de derxist.

Wêstgeha Ellok 30 bîrên avê li xwe digire, ji wan tenê 19 bîr têne bikaranîn.

Ji ber birrîna avê jî, Heseke, Til Temir û gundewarên herdu bajaran ji avê bêpar dimînin.

Li gorî Rêveberiya Xweser, derdora yek milyon kesî sûd ji ava Wêstgeha Ellok didît, lê birrîna berdewam a avê bûye sedema krîzekê ku Rêveberiya Xweser Heseke weke navçeyeke bobelatdîtî ragihandiye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst