Heseke: Ji ber krîza avê, nebûna elektrîkê û germa dijwar xelk dinalînin

24-07-2023
Loloxan
Krîza avê li Hesekê berdewam e.
Krîza avê li Hesekê berdewam e.
Nîşan Heseke Rojava Krîza Avê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê krîza kêmbûna avê hêj berdewam e. Piştî tanker tankên nav taxan tejî av dikin, xelkê bajêr bi galon û bîdonan avê ji wan vediguhêzin malên xwe.

Nişteciya Hesekê, Heyat Hemmûd ji ber nebûna avê gilî û gazinan dike û dibêje, “Av nîne, pileya germê 42 derbas kiriye. Em ji ber germê dimirin, tevî em 60 salî ne avê jî vediguhêzin.”

Kedkar jî li ber tava dijwar a rojê barê genim vediguhêzin.

Lewra ji ber kêmbnûna avê û nebûna elektrîkê xelkê Hesekê bi kom berê xwe dane kargeha bûzê daku xwe hênik bikin.

Kedkarê bi navê Mihemed Ehmed dibêje: “Em ji ber pileyên zêde yên germê dinalin. Em ji sibehê heta êvarê li ber tavê kar dikin, karê me vala ye, ji ber dolar her tişt giran bûye. Em neçar in vî karî bikin daku malbatên xwe xwedî bikin, eger em kar nekin em najîn, rewş zêde zehmet e.”

Li nav dibistan û stargehan jî tevî derd û êşên derbiderbûnê, koçberên Serê Kaniyê ji ber nebûna elektrîkê dinalînin.

Koçberê Serê Kaniyê, Ebdulezîz Îsa dibêje: “Ev rewşa me ye, zarok nikarin li nav odeyan bimînin, ji ber germa zêde diçin derve dilîzin, tu bi çavê xwe dibîne germa li hundir çiqasî zêde ye, ez Xwêdanê paqij dikim, ji ber germê jî em bûzê dikirin.”

Ji payîza 2019an ve, piştî dagîrkirina navçeya Serê Kaniyê ji aliyê Tirkiyê ve, zêdeyî yek milyon kes li bajarê Hesekê û derdorê ji ber qutkirina ava Santrala Ellok di krîzeke bê mînak a avê de dijîn, bi taybetî di demsala havînê de.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst