'Grûpên çekdar elektrîka Rêveberiya Xweser didin Erebên hawirde'

21-08-2023
Hisên Omer
Li Hesekê krîza avê
Li Hesekê krîza avê
Nîşan Hesekê Krîza Avê Rêveberiya Xweser
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê krîza kêmbûna avê hîn jî berdewam dike.

Piştî qutbûna ava Santrala Elokê ya li navçeya Serê Kaniyê ya Hesekê, xelkê bajêr bi karesateke dijwar re rûbirû maye.

 Bi vî halê xirab nişteciyên bajêr bi zehmetî ava malê dabîn dikin.

Li gorî ku çavkaniyeke ji Hesekê ji Rûdawê re got:

“Pêwîstiya her malbatekê heftane bi 3 depoyên avê heye.

Her depoyek bi 20 hezar lîreyên Sûrî tê kirîn, wate heftane 60 hezar û mehane 240 hezar lîreyên Sûrî li avê diçin.”

Mûçeya mehane ya karmendekî Hikûmeta Sûriyeyê derdora 240 hezar lîreyên Sûrî ye ku wate tenê têra avê dike.

“Bi zarokan re zikêşiyê çêdike”

Welatiyekî Kurd ê bi navê Silêman Şêxo yê ji Hesekê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ava ku tê kirîn hem biha ye û hem jî ne paqij e.

Silêman Şêxo da zanîn ku ji ber ava nepaqij bi zarokan re zikêşî çêdibe û wiha got:

"Ji ber ku germ e, havîn e, pileya germê bilind e ev pêwîstî heye, ev ji aliyekî ve. Ji aliyekî din ve jî gelo ev av paqij e yan ne paqij e, li gorî pîvanên paqijiyê yên tenduristiyê ye?

Êdî em dibihîzin zikêşiyê bi zarokan re çêdike. Yên temenê wan mezin nerehet dike.

Em bi hêvî ne ev krîz çareser bibe û av ji jêderên paqij ên li gorî pîvanên cîhanî bê dabînkirin."

Hevseroka Rêveberiya Ava Hesekê Newar Sebriyê, ji medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser re got:

"Piştî ku me 10 demjimêran elektirîk da wêstgeha Elokê, UNICEFê em agahdar kirin ku bi sedema ku wêstgeh ji aliyê çeteyên dagirker ên Tirkiyê hatiye têkdan ne amade ye."

“Grûpên çekdar elektrîka Rêveberiya Xweser didin Erebên hawirde”

Çavkaniyeke ji Hesekê ji Rûdawê re got:

“Dema Rêveberiya Xweser elektirîkê dide wêstgeha Elokê, li şûna ku ji bo bikarxistina wêstgehê bê bikaranîn, grûpên çekdar wê elektirîkê didin Erebên hawirde daku baxçeyên xwe pê av bidin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst