Partiya Kesk a Demokrat bi 70 tankerî avê dişîne Hesekê

25-08-2023
RÛDAW
Nîşan Hesekê Krîza Avê Partiya Kesk a Demorkat Rêveberiya Xweser
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser destpêşxeriya Partiya Kesk a Demokrat, bi 70 tankerî av ji hinek malên bajarê Hesekê re tê dabînkirin.

Bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê demeke dirêj e ku rûbirûyî pirsgirêka nebûna avê ye. 

Partiya Kesk a Demokrat armanca dabînkirina avê ji bo şêniyên Hesekê destpêşxeriyek ragihand.

Di çarçoveya vê destpêşxeriyê de, Partiya Kesk a Demokrat, ji xelkê bajêr re bi 70 tankerî avê dişîne.

Dê avê bidin 1000 malên bajêr

Berpirsên partiyê ragihandin, ew dê di çarçoveya wê kampanyaya xwe de ku dê çend rojan berdewam bike, avê bidin 1000 malên bajêr.

Îro di roja yekemîn a kampanyayê de bi 15 tankeran av li taxa Salihiyê ya Hesekê hat belavkirin.

Piştî ku Rêveberiya Avê ya Hesekê ragihand ku bajar ketiye tengasiyê, gelek destpêşxerî ji bo alîkariya xelkê Hesekê û bi armanca dabînkirina avê ji niştecihên bajêr re hatin destpêkirin.

Li gorî rayedarên Rêveberiya Xweser, heta niha bi 380 tankerî av li taxên cuda yên bajêr hatiye belavkirin.

Pirsgirêka avê veguheriye krîzeke mezin a mirovî

Pirsgirêka nebûna avê li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê berdewam e û veguheriye krîzeke mezin a mirovî.

Demeke zêde ye av ji wêstegeha Elokê ya Serê Kaniyê ji Hesekê û navçeyên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de ye re nayê şandin, ev yek bûye sedema vê krîza mirovî. 

Ji ber wê yekê jî nêzîkî milyonek kes di rewşeke pir xirab de dijîn.

Niha bi piranî ava bajêr bi rêya tankerên avê tê peydakirin

Li cadeyên bajarê Hesekê û bajarokên derdorê tankerên avê digerin û avê difiroşin xelkê.

Krîza avê ji 2013an ve li bajarê Hesekê heye lê piştî ku grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê, Wêstgeha Elokê xist bin destê xwe rewşa avê bi yek carî xerabtir bûye.

Rêveberiya Xweser parêzgeha Hesekê wek navçeya karesatê ragihandiye

Her ji ber krîza avê û rewşa xirab a mirovî li Hesekê, Rêveberiya Xweser ew bajarê Rojavayê Kurdistanê û gundewarê wê wekî navçeya karesatê ragihandiye.

Wêstgeha Elokê 10 kîlometreyan li rojhilatê bajarê Serê Kaniyê ye û ji 30 bîrên avê pêk tê.

Ev wêstgeh çavkaniya sereke ya ava Hesekê û derdora wê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst