Hewlêr (Rûdaw) - Şandeyeke DEM Partiyê li bajarê Hewlêrê ye û biryar e ligel hinek aliyên siyasî û rewşenbîran bicivin.
Nûnerê DEM Partiyê yê Herêma Kurdistanê got ku armanca serekî ya serdana şandeyê gotûbêjkirina pêvajoya aştiyê ye.
Nûnerê DEM Partiyê yê Herêma Kurdistanê Murat Şen Rûdawê re got: “Şande şeva borî gehişte Hewlêrê û sibe li gel rewşenbîrên Hewlêrê dicive.”
Şande ji parlamenterên DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş, Salihe Aydeniz, Serhat Eren û çend endamên din ên partiyê pêk tê.
Şandeya DEM Partiyê sibe li baregaha Partiya Komunîst a Kurdistanê ya Hewlêrê li gel rewşenbîr û çalakvanan dicive.
Murat Şen got: “Şande naçe Silêmaniyê, her li Hewlêrê li gel heşt aliyên siyasî hevdîtinan dike.
Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ne di nav aliyan de ne, ji ber ku berê Şandeya Îmraliyê ligel wan civiya bû.”
Derbarê armanca serdanê de jî Nûnerê DEM Partiyê got: “Birêz Ocalan ji bo pêvajoya çareseriyê daxwaz kiriye serdana partiyên Kurdistanî bê kirin.
Her wiha pêvajo li gel rewşenbîran bê gotûbêjkirin û armanca şandeyê jî her gotûbêjkirina pêvajoya aştiyê ye.”
Sibata îsal Şandeyeke bilind a DEM Partiyê ku endamên Şandeya Îmraliyê di nav de bûn, serdana Herêma Kurdistanê kirin. Şandeyê çend hevdîtin pêk anîn û pêvajoya aştiyê gotûbêj kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse