Muhsîn Kizilkaya: Bi nexweşiya Sirri Sureyya Onder re pêvajo birîndar bû

20-04-2025
RÛDAW
Nivîskar û rewşenbîrê Kurd Muhsîn Kizilkaya / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nivîskar û rewşenbîrê Kurd Muhsîn Kizilkaya / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Sirri Sureyya Onder Muhsîn Kizilkaya Pêvajoya Çareseriyê Heyeta Îmraliyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskar û rewşenbîrê Kurd Muhsîn Kizilkaya diyar kir ku bi nexweşiya Sirri Sureya Onder re pêvajo birîndar bû.

Nivîskarê Kurd Muhsîn Kizilkaya beriya 3 rojan li ser Sirri Sureyya Onder nivîseke hunerî nivîsî.

Di nivîsa xwe de bi zimanekî hunerî û helbestî, hêviya başbûnê ji bo Sirri Sureya Onder re xwest û diyar kir ku pêwîstî bi wî heye û nabe ew ji nav me bar bikî.

Muhsîn Kizilkaya di wê nivîsa xwe de ji Sirri Sureyya Onder re dibêje "Te bedena xwe da ber pirseke ew qasî mezin ku kî xwe bide ber, dilê wî xwe li ber nagire.

Turgut Ozal jî hewleke wiha da lê tiştek bi dilê wî jî hat. Ev pirseke wisa ye ku dil xwe li ber nagire lê tu tenê ji bo carekê be jî guh nede dilê xwe û neçe."

"Me ji hevdû re got em dê roja şemiyê hevdû bibînin"

Muhsîn Kizilkaya bû mêvanê Bultena Bakur a Rûdawê û bersiv da Sîma Abxizirê û behsa Sirri Sureyya Onder kir.

Nivîskar Kizilkaya diyar kir ku beriya bi hefteyekê bi Sirri Sureyya Onder re axiviye û wiha domand:

"Ez û Sirri Sureyya Onder nêzîkî 25 – 26 sal in hevdû nas dikin û hevalên hevdû yên kevn in.

Min xebera nexweşiya wî li Stenbolê stand.

Ez niha li Stenbolê me. Beriya ku ez bêm Tirkiyeyê em bi telefonê axivîn û me ji hevdû re got, 'em dê roja şemiyê hevdû bibînin' mixabin ew nexweş ket û qismet nebû.

Ez jî rûniştim û hîsa helbesta 'Neke' Mewlana Celaledînê Rumî bi min re çêbû ku Mewlana ji bo windabûna Şems nivîsîbû.

Ez jî rabûm min nivîseke wisa nivîsand. Pêwendiya min û Sirri Sureyya Onder ne wekî ya Şems û Mewlana ye lê em hevalên hevdû yên nêzîk bûn."

Muhsîn Kizilkaya behsa hevnasîna xwe û Sirri Sureyya Onder kir û got:

“Di sala 2000î de dema Sirri Sureyya Onder senaryoyek anî wê kompanyaya ku ez lê dixebitim, cara yekem min senaryoya fîlmê wî xwend û min pêşniyaz kir ku ew fîlm were çêkirin.

Navê fîlmê Sirri Sureyya Onder Beynelmîlel e û li Tirkiyeyê nêzîkî milyonek kesî lê temaşe kir.

Pêwendiyên me wisa dest pê kir, ew Tirkmen bû ez Kurd bûm, wî pirr tişt li ser Kurdan nedizanî û wisa me dest pê kir bê ka rastiya vê meseleyê çi ye."

"Meseleya Kurdan zerere ji bo dilê însanan"

Nivîskarê Kurd Kizilkaya behsa nexweşiya Sirri Sureyya Onder jî kir û wiha domand:

"Ez nabêjim sûîqest li Sirri Sureyya Onder hatiye kirin, krîzên dil ji ber tenduristiya mirov çêdibin.

Bi rastî Sirri bi başî li xwe mezê nedikir. Heta hat roja îro di jiyaneke zehmet re derbas bû. Nêzîkî 7 sal û nîvan di girtîgehê de mabû."

Bê îş û bê kar mabû, gelek zehmetî dîtibûn heta ku hat roja îro, heta ku bû parlamenter. Dema mirov li heyata wî dinêre, zehmet e dilek xwe li ber vê heyatê bigire.

Meseleya Kurdan zerere ji bo dilê însanan, her dil xwe li ber vê nagire.

Ji Mela Mistefa Barzanî bigire heta yên din. Yek ji wan bi penceşêrê dikeve, yek krîza dil wî digire, nexweşiyên mezin bi wan kesan re derdikevin.

Niha Ahmet Turk nexweş e, Devlet Bahçelî nexweş e, Sirri Sureya Onder nexweş e.

Kesên din jî wisa bûn, Mehmed Uzun bi penceşêrê mir, Mûsa Anter bi awayekî din mir. Ti kes ji wan bi xêr û xweşî û li ser balgiyê nemiriye."

“Pêvajo dê hêdî biçe”

Kizilkaya behsa rola Sirri Sureyya Onder a di pêvajoya çareseriyê jî kir û got:

“Sirri Sureyya Onder dîplomatekî gelekî baş bû, dewletê gelekî jê bawer dike. Mixabin di nav Kurdan de dîplomatekî wekî Sirri Sureyya di nav Kurdan de nîne.

Bi nexweşiya Sirri Sureyya Onder re pêvajo birîndar dibe, dê xwîn ji pêvajoyê were lê ez hêvî dikim ku dê nekeve nava nivînan.

Sirri Sureyya dîplomasiyeke gelekî baş birêve dibir. Ez bawer nakim ku pêvajo têk biçe lê pêvajo birîndar bû.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst