Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li gorî amarên fermî, milyonek û 474 hezar zarokên karker hene.
Lê belê tevî yên ku ne fermî dixebitin tê pêşbînîkirin ku 3 milyon û 500 hezar zarokên karker hebin.
Li gorî amarên Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK), ji sedî 25,5ê nifûsa Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zarok in û di navbera 15 û 17 salî de 3 milyon û 894 hezar zarok hene.
Nifûsa zarokan bi giştî jî 21 milyon û 817 hezar û 61 kes in.
Li gorî lêkolîna hêza kar a malbatan a sala 2024an, 970 hezar zarok bi fermî kar dikin û 504 hezar zarok jî li Navendên Perwerdeya Pîşeyî (MESEM) kar dikin.
Lê li gel zarokên bi awayekî ne fermî dixebitin tê pêşbînîkirin ku 3 milyon û 500 hezar zarokên karker hebin.
Ji sedî 24,9ê zarokên di navbera 15 û 17 salî de kar dikin û ev hejmar li gor sala 2020an ji sedî 8 zêde bûye.
Li gorî amarên dahat û şertên jiyanê yên sala 2024an, j sedî 9,2ê malbatan ji ber hejariyê nikarin ji zarokên xwe re cilûbergên nû bikirin.
Ji sedî 11,7ê zarokan ne xwedî du cot pêlav in. Her wiha ji sedî 32,3yê zarokan herî kêm rojane nikarin goşt, mirîşk û masî bixwin.
Li malên ji sedî 21,5ê zarokan derfetên baş ên dersê bixwînin nînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse