Li Deşta Mûşê cotkaran dest bi reşandina tov kir

20-04-2025
RÛDAW
Nîşan Deşta Mûşê Tov Cotkar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li axa Mûşê ya bi xêr û bereket cotkaran dest bi reşandina tovê ceh, pincar û onceyê kir.

Li bajarê ku zivistan lê zehmet derbas bû û zevî di bin berfê de man, piştî ku hewa germ bû cotkaran jî dest bi kar û baran kir.

Cotkaran bi motoran zeviyên xwe ajotin û paşê jî tovên pincar, ceh û once li zeviyên xwe reşandin.

Cotkar Hanîfî Kartal diyar kir ku  piştî ku hewa germ bû wan jî dest bi kar û baran kir.

“Me îsal 15 rojan dereng dest bi reşandina tov kir”

Hanîfî Kartal got ku wan îsal hinekî bi derengî tov reşand û wiha domand:

“Ji ber baranê li gorî salên berê me 15 rojan dereng dest bi reşandina tov kir.

Niha hewa normal e û em jî tov li zeviyan direşînin. Em nû hatin nav zeviyan.

Me li ser erdekî 20 donimî tovên pincarê reşandin. Pincar çi qas zû bê reşandin, ew qasî zû jî çêdibe. Hemû kes tov li zeviya xwe direşîne."

Cotkar Erkan Bagli jî got wan gubre reşandiye û niha jî toxim davêjin zeviyê û wiha dewam kir:

"Ji ber vê barana dawî li ser zeviyên me av hebû. Ji ber wê em hinekî derengî man.

Zevî nû ziwa bûn. Erdekî me yê 700 donimî heye. Em dê înşallah di nav 7,8 rojan de biqedînin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst