WAN - Keçeke 16 salî 11 roj in winda ye

21-04-2025
RÛDAW
Nîşan Wan Keç Winda Sudenaz Ozgel
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê keçeke 16 salî 11 roj in winda ye û lêgerin berdewam dikin.

Li taxa Halîlagayê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê keça bi navê Sudenaz Ozgel a 16 salî 11 rojan berê gotiye "Ez diçim kar" û ji mal derketiye.

Sudenaz Ozgel êvarê venegeriya malê û ji wê rojê ve winda ye.

Tevî hemû lêgerînan malbatê nekarî xwe bigihîne keça xwe.

Li ser vê yekê malbatê ji bo dîtina keça xwe serî li qereqola polîsan da.

Polîsan dest bi xebatên lêgerinê kirin û malbat jî ji welatiyan daxwaza alîkariyê dike.

Malbatê xwest yên ku keça wan bibîbe bila polîsan agahdar bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst