Mêrdîn (Rûdaw) - Suryananên li Mêrdînê li Dêra Kirklarê ya Suryanan beşdarî ayîna Cejna Paskalyayê an go Cejna Vejîna Hazretî Îsa bûn.
Peyama Mesihî û Misilmanên Mêrdînê ya Cejna Paskalyayê ew e ku êdî bila her kes wekî bira bi azadî bijî.
Li Mêrdînê ji mezhebên Katolîk, Ortodoks, Protestan ên Xirîstiyaniyê nêzîkî 4 hezar kes hene.
Li gorî Xirîstiyaniyê Hazret’ Îsa piştî ku hatiye çarmixkirin bi 3 rojan ji xweber û nişkê ve zindî bûye. Ji ber vê yekê ev cejn jî bi navê Cejna Vejînê an go Paskalyayê tê pîrozkirin.
"Hêvîya me ew e ku her kes wek bira bi azadî bijî"
Serokê Weqfa Suryanan a Mêrdînê Murat Ozbek li ser pîrozbahiya Paskalyayê got:
"Me meheke berê Cejna Remezanê pîroz kir. Birayên me yên Êzidî jî cejna xwe pîroz kirin.
Bi vê wesîleyê ez cejna wan jî pîroz dikim. Niha jî em Suryan cejna xwe pîroz dikin.
Em hêvî dikin ku ev cejn ji hemû cîhanê re aştî û aramiyê bîne.
Hêvîya me ew e ku her kes wek bira di şertên wekî hev de bi azadî bijî."
Ji her mezhebên Xiristiyaniyê xelkê beşdar piştî merasima olî li hewşa dêrê bi girseyî cejna hev pîroz kirin û bi diayan peyam û hêviyên xwe ji bo paşerojê anîn zimên.
"Em bi girseyî cejnê pîroz dikin"
Welatiyekî Xirîstiyan dibêje: "Wekî cejna her kesî em berê xwarinê hazir dikin. Berê em diçin dêrê nimêj dikin, pişt re em derdikevin cejna xwe pîroz dikin.
Em diçin xwarinê dixwin. Pişt re em bi malbatî cejna hev pîroz dikin, ev jî 3 rojan dewam dike."
“Cejnên me xweş derbas dibin”
Zagarya Disandonis ji bo pîrozbahiyên Paskalyayê ji Yunanistanê hatiye Mêrdînê.
Zagarya behsa Cejna Paskalyayê kir û got, "Em ji Yunanistanê hatine. Em Rûm Û Ortodoks in.
Ez li Stenbolê hatime dinyayê. Me got em dê Paskalyaya xwe li vir derbas bikin.
Ji bo me Paskalya cejneke gelekê pîroz e. Ez ji bo hemû Xirîstiyanan cejneke xweş hêvî dikim."
Welatiya bi navê Nermîn Çîlliyê jî got: "Em di cejnê de xwarina parsûyan çêdikin, em pelan dipêçin, em lebenî çêdikin, muhalebiyê çêdikin, çorekên Suryanan çêdikin.
Yanî cejnên me xweş derbas dibin."
"Mêrdîn cihê pir zimaniyê ye"
Hevserokê Şaredariya Artukluyê ya Mêrdînê, Miftiyê Mêrdînê û hejmarek zêde welatiyên Misilman jî bi boneya yekem roja Paskalyayê de wekî remza pêkvejiyana li Mêrdînê seredana dêrê kirin û cejna cîranên xwe yên Xirîstiyan pîroz kirin.
Hevserokê Şaredariya Artukluyê Mehmet Alî Amak got: "Mêrdîn ji xwe cihê pir coşî û pir zimaniyê ye.
Îro jî Suryan a Paskalyayê ye. Em jî hatin cem zanayên wan yên olî, me cejna wan pîroz kir."
“Em her tim li cem hevdû ne”
Miftiyê Mêrdînê Dr. Enver Turkmen jî got: "Di vê roja xweş ya biratiyê de em hatin cejna wan pîroz bikin.
Înşelah ev yekîtî, hevgirtin û biratiya li Mêrdînê li tevahiya cîhanê û li her bajarekî me Tirkiyeyê û cîhanê jî belav bibe."
Welatiyê Misilman Suleyman Çelîk jî diyar kir: "Di rojên xweş de jî di rojên tengahiyê de jî em li cem hevdû ne.
Di nav xelkê me yê Mêrdînê de ti cudahî nîn e. Elhemdûlîlah di cejnên me de ew jî tên cem me, di cejnên wan de em jî diçin cem wan."
Li gorî amaran di salên 1940an de hejmara Xirîstiyan li tevahiya Mêrdînê derdora 30 hezar kesî bûye ku ev amar niha daketiye derdora 4 hezar kesî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse