Rêveberiya Xweser dê ji Qamişlo 40 tankerên avê bişîne Hesekê

19-07-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Nîşan Heseke Krîza Avê Qamişlo Rojava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Rêveberiya Avê li Kantona Hesekê, Îsa Yûnis ragihandiye ku, Komîteya Şaredariyan li Kantona Qamişlo, ji bo dabînkirina avê ji xelkê bajarê Hesekê re destpêşxeriyek kir û bi tankeran av ji Hesekê re şand.

Îsa Yûnis diyar kiriye, di çarçoveya wê destpêşxeriyê de ew dê 40 tankerên avê ji Qamişlo bişînin Hesekê.

Hevserokê Rêveberiya Avê li Kantona Hesekê destnîşan kiriye, ew ava ku ji Qamişlo ve bo Hesekê tê şandin, dê bi rêya komînan û encûmenên xwecihî li ser taxên Hesekê û xelkê bê belavkirin.

Ji Cotmeha 2019yan ve heta niha, zêdeyî 40 caran e ku Tirkiye û komên çekdar ên alîgirên wê, ava Wêstgeha Ellok ji ser Hesekê û gundewarê wê qut dikin.

Ji ber qutkirina ava wêstgeha Ellok li ser bajarê Hesekê û derdora wê ji aliyê Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wî welatî ve, nêzîkî yek milyon kesî di rewşeke pir xirab de dijîn û li Hesekê krîzeke mezin a avê heye.

Her ji ber krîza avê û rewşa xirab a mirovî li Hesekê, Rêveberiya Xweser ew bajarê Rojavayê Kurdistanê û gundewarê wê weke navçeya karesatê ragihandiye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst