Li Rihayê qeza: Şivan mir, şofêr reviya

03-08-2024
RÛDAW
Nîşan Riha Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlekê li şivanê ku pezê xwe diçêrand da, şivan mir û şofêr jî reviya.

Şivanê bi navê Arif Şêxo (44) yê biyanî dema ku li kêleka rêya di navbera navçeyên Curnê Reş – Karakopruyê yên Rihayê de pezê xwe diçêran, otomobîla ku M.D. diajot lê qelibî.

Şofêrê otomobîlê M.D. piştî lêdanê ji cihê qezayê reviya.

Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Pîştî kontrola tîmên tenduristiyê ya li cihê bûyerê derket holê ku Arif Şêx canê xwe ji dest daye.

Tîmên tenduristiyê termê Arif Şêxo ji bo otopsiyê bir morga Saziya Bijîşkiya Dadî ya Rihayê.

Herwiha şofêrê ku ji cihê qezayê reviyabû jî ji aliyê cendirmeyan ve hate desteserkirin.

Li ser bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst